80 jin dê ji bo aştiyê li Enqereyê kom bibin

Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de taybetmendî û hêza herî mezin bêguman ew e ku Tevgera Jinên Kurd kirdeyeke siyasî ya girîng e.

•
1 deqe xwendin
80 jin dê ji bo aştiyê li Enqereyê kom bibin

Du têgeh hene ku em zêde nikarin wan ji hevdu qut bikin anku cûda binirxînin; bêguman ew jî jin û aştî ye. Gelek nîşe, naverok, pirtûk, bermahiyên arkeolojîk, mînak û nimûneyên di dîrokê de nîşanî me dane ku yên bi mêjiyê tunekirin, talankirin, qirkirin, kuştin û parçekirinê tevgeriyayî, liv û tevgerên wan ji aliyê feraset û aqilê mêrperest ve hatine avakirin.

Polîtîkayên tunehesibandinê

Di tevahiya pêvajoyên netewe-dewletan de ku xwedî karakterên mêrperest in, hemû daxwaz û talebên jinan hatine paşguhkirin û ev pêvajoya ku tê de jin li derveyî pêvajoyên biryargirtin û biryardayînê hatine hiştin, wek dem û pêvajoyên xwezayî hatine dîtin û nirxandin. Hema bêje di hemû herka dîroka şer de mêran, ji bo ku hev bêbext bikin û têk bibin, li ser laşê jinan polîtîkayên tacîz û destdirêjiyê bi pêş xistine. Ev yek di îro rojê de jî neguheriye û bi polîtîkayên taybet ên desthilatdariyê yên li dijî jinan wek berdewamiya van perspektîfên dîrokî berdewam e.

Jin derveyî pêvajoyên aştiyê hiştin

Jin wêranî û êrîşên her cureyî yên ji ber şer di jiyana xwe de tecrube dikin; ji ber hindê jî gotin û daxwazên jinan û pêvajoyên aştiyê bi hev ve girêdayî ne. Her çend aqilê desthilatdariya mêran hewl bide ku jinan derveyî van pêvajoyan bihêle jî, lê gotinên jinan û hêza wan a ji bo avakirina aştiyê, rastiyeke bênîqaş e. Ji bo aştiyeke mayinde û birûmet, jin nikarin li gorî daxwaza dilê mêran û hêzên serdest tevbigerin. Meseleya aştiyê meseleyeke heyatî ye.

Avakirina çanda berxwedanê

Bêguman, bi berxwedan û têkoşîna Tevgera Azadiyê hat dîtin ku li Rojhiata Navîn û gelek deverên cîhanê şêweya têkoşîna jinên kurd a di nav 50 salan de gelek tişt guherandin. Jinên kurd di her biyava jiyanê de perspektîf û çandeke berxwedanê ava kirin. Ev yek di gelek dem û pêvajoyên ji bo peymandanîn, lihevkirin û aştiyê de jî jixwe li ber çavan e. 

Kirdeya siyasî

Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de taybetmendî û hêza herî mezin bêguman ew e ku Tevgera Jinên Kurd kirdeyeke siyasî ya girîng e. Rêxistinbûna jinên kurd di her warî de, bidestxistina destkeftiyên girîng ên mîna hevserokatî û nûneratiya wekhev, bandoreke mezin li qada têkoşîna civakî dike û di nîşandana daxwazên jinan a di pêvajoyên aştiyê de jî xwedî roleke girîng e.

Pêvajoya 27ê sibatê û jin

Tê zanîn ku ji 27ê Sibata 2025an ve bi sebir û îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê pêvajoyeke aştiyê ev ji du salan zêdetir e didome. Di nav van du salan de, jinan heme bêje di her aliyekî ji bo aştiyê de cihê xwe girtiye. Her çi qasî ku ev yek ji bo aliyê dewletê heta niha jî her tim hatibe paşguhkirin jî, jinên kurd carinan li qadan, carinan li ser maseyê, li İmraliyê di nav heyetê de, carinan li ser kursiyê meclisê û hwd. rola xwe di aştiyê de tînin cih.

82 jin kom bûn

Herî dawiyê hefteya borî di 21ê îlonê de 82 jin ji bo ku xeleka aştiyê zeximtir bikin li Stenbolê kom bûn û daxûyanî dan. Koma jinan a ji rojnameger, siyasetmedar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan pêk hatî li Beyoglûya Stenbolê ji bo bangewaziya konferansa bi sernavê ‘Em bi hev re li  ser Siberojê Diaxivin’ li hev civiyan.

Jinên ku di 21ê îlonê de hatî ba hevdu bal kişandin ser giringiya rojê û pirsên wiha kirin:“Mirovên xwedî nasname û ramanên cûda dikarin bi hev re bi wekhevî û azadî bijîn. Çima her çend em cûda bifikirin jî em nikarin biaxivin? Çima em nikarin bi rêzdarî bi hev re bijîn? Çima divê nasnameyên me nejîn û bibin gef?”

Ji bo têkoşîneke hevpar

Qûtî: Jinên ku dê ji bo aştiyê di navbera 31ê cotmehê û 1ê mijdarê de li Enqereyê Konferansa Aştî û Demokrasiyê li dar bixin, hatin gel hev. Mijarên sereke yên konferansê wiha hatin rêzkirin: rola jinan di çareserkirina pirsgirêka kurd û avakirina aştiyeke mayînde de, têkoşîna civakî li dijî tundiya mêr-dewletê û têkoşîna hevpar a jinan ji bo pêşerojeke wekhev û azad.

Jinan wiha got: “Di vê serdemê de ku ji bo bidawîkirina şerê bi dehan salan gav tên avêtin, çareserkirina pirsgirêka kurd bi aştiyeke mayînde ji bo civaka me meseleyeke hebûnî ye. Beşdarbûna me hemûyan a wekhev di sêwirandina jiyana me ya hevpar de tenê bi têkoşîneke hevpar mimkin e. Em, jin, hêza pêşdebirina vê têkoşînê ne, em dixwazin nîqaş bikin ka em ê rewşa nû çawa binirxînin, bi pratîkên xwe yên jiyanê çawa beşdarî pêvajoyê bibin û çawa pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin.”

Ji aktivîstên TJAyê yên wekî Gultan Kişanak, Ayla Ata Akat heta derdorên nivîskar, akademisyen, hunermend, rojnameger ên wekî Arzû Yilmaz, Ayşe Berktay, Julîde Kural û bi dehan jinên din ê ji bo aştiyeke mayinde bên ba hev.