6 partiyên kurd êrişên li ser Başûr şermezar kirin

6 partiyan êrişên bi dronan ên rejîma Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku divê ev êriş tavilê werin rawestandin.

•
1 deqe xwendin
6 partiyên kurd êrişên li ser Başûr şermezar kirin

Piştî ku şeva borî bi dron û mûşekan êrişî ser gelek deverên cuda yên başûrê Kurdistanê hat kirin, şeş partiyên kurdistanî bi daxuyaniyek hevpar êrişan şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek şeş aliyên kurdî, van êrişên bê hincet ku çend rojeke li ser Herêma Kurdistanê çêdibin, şermezar dikin. Bi taybetî jî êrişên ku duh bi şev bi awayek dijwar li ser Hewlêr û Silêmaniyê pêkhatin. Ev êriş dibin sedem di nava xelkê Herêma Kurdistanê de tirs çêbe û ziyan bi jîngeha deverê dikeve. Ev êriş jî di demekê de ne ku Kurdistan qet nebûye beşek ji vî şerî. Xelkê Kurdistan û aliyên siyasî jî tenê daxwaza aştî û xwişk-biratiya gelên herêmê û dewletên cîran dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz hatiye kirin ku di zûtirîn dem de dawî li êrişên ser Herêma Kurdistanê werin anîn.

Partiyên ku daxuyanî dane evin;

Partiya Netewî ya Kurdistan,

Hizba Pêşkeftinxwaz a Demokratîk ya Kurdistanê,

Tevgera Çaksaziya Nîştimanî,

Tevgera Aştîxwaza Kurdistanê,

Partiya Kesk a Kurdistanê,

Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistan.