58emîn Mîhrîcana Tetwanê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku dê 10 rojan berdewam bike bi meşê dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
58emîn Mîhrîcana Tetwanê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ya ku dê heta 9ê Tebaxa 2026an de bi dirûşma ‘Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene’ bidome; bi meşê dest pê kir. Girse ji DEM Partiyê heta qada mîhrîcanê meşiya. Girse li gel performansa koma erbaneyê ya Navenda Çandê ya Serhedê û bi dahol û zirneyan meşiya. Welatiyên ku tev li meşê bûn li ber performansa koma erbaneyê stran gotin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bij’i serok Apo” berz kirin.

Piştî meşa hata li qada mîhrîcanê ya li peravê Behra Wanê, Hevşardara Tetwanê Belkisa Beştaş Epozdemîrê axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya çand û henerê. Belkisa Beştaş Epozdemîrê da zanîn ku ew ên her tim bi mîhrîcanan hewl bidin çand û henera Kurdî biparêzin û geş bikin û got: “Em vê mîhrîcanê ji hemû gelê xwe pîroz dikin.”

Di roja mîhrîcanê ya 1em de hunermend Serhedo, Şahê Bedo û Neslîhan Edîş derketin ser dikê.