47 sal komkujî û berxwedana Kurdistanê
Lihevkirin û aştiya bi kurdan re wê demokrasî û azadiyê bîne Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê. Me dît ku yên înkar kirin û qetil kirin ji ser kursiyan hatin xwarê lê îro roj kurd di siyaseta herêmê de bûne faktora herî bibandor.

Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979an de li Îranê dest danî ser şoreşa gelan û heta îro bi her awayî dixwaze hebûna xwe berdewam bike. Ne tenê ji bo dewlet û desthilatdariya li Îranê ji bo hemû dagirkerên li ser Kurdistanê hebûna kurdan, tekoşîna kurdan û gelên din ên li welatan dijîn, sedema şer, kuştin û komkujiyan e. Di rewşeke ku kurd her tim xwediyê esasî yê Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê ne, di heman demê de gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn û xaka Mezopotamyayê ye, lê bi rastî jî van desthilatdariyan her tim kurd wek xetere li ser hebûna xwe dîtine ji ber bi înkarkirina kurdan bi hêz bûne û dewletên xwe ava kirine. Êrişa destpêkê her tim li dijî kurdan pêk hatiye û jixwe di dîrokê de me şahidî ji gelek komkujiyan re kirine. Bêguman gelên din jî li ser vê xakê hatine qetilkirin. Lê berxwedanî û tekoşîna kurdan li ber zilm û dagirkeriyê bûye sedem ku kurd zêdetir rastî êrişan werin.
Komara Îslamî ya Îranê dema rewabûna xwe di salên destpêka şoreşê de misoger kir, gava destpêkê berê xwe da Kurdistanê. Çend roj berê ango 19ê tebaxê salvegera komkujiya mezin a li rojhilatê Kurdistanê bû. Di sala 1979an heta bi du salan ev operasyona mezin a li dijî Kurdistanê berdewam kir. Di dîroka Kurdistanê de yek ji komkujiyên herî mezin e ku tê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Heta niha jî nayê zanîn ka bê çiqas mirov di tarîtî û bêdengiyê de ji aliyê vê rejîmê ve hatine qetilkirin, gulebarankirin û bidarvekirin.
Fetwaya destpêkê ya Xumeynî li dijî Kurdistanê hat dayîn. Min dîsa li wê axaftina wî ya wê demê guhdarî kir. Wiha dibêje; ‘Ev ne mirov in. Wek heywanan in, ji wê jî xirabtir in. Divê hemû hêzên me yên ewlekariyê bi hemû hêza xwe bi ser wan de biçin û wan tune bikin. Bi destûra xwedê em ê vê bikin. Min ferman daye hemû hêzên me ku berê xwe bidin Kurdistanê û van şerxwazan bipelçiqînin. Ew kufar in û divê artêş bi ser wan de biçe. Ev ji cihûyan xirabtir in û divê werin bidarvekirin ’ Çiqas axaftina zalim û dîktatoran dişibe hevdu! Piştî vê fetwayê bi hezaran leşker û cendirmeyan berê xwe dane Kurdistanê. Melayek bi navê Sadiq Xelxalî ji aliyê Xumeynî vê tê erkdarkirin û diçe Kurdistanê. Xelxalî destûr dide leşkerên xwe ku çi jinên kurd hene dest biavêje wan. Her wiha biryar dide ku hemû jinên werin darvekirin divê destpêkê werin tecawizkirin û paşê werin bidarvekirin. Li nav kolanên bajarên Merîwan, Pawe, Sine û gelek bajarên din dadgehên çend deqeyî datînin. Di nav çend deqeyan de xelkê didarizînin û paşê hemûyan bi rêz dikin, çavê wan digirin û gulebaran dikin. Vê hişmendiyê bi salan êş û azarên mezin ne tenê bi gelê kurd, bi hemû gelên îranî dane kişandin. Heman hişmendî hêj li ser kar e û di hebûna xwe de israr dike, bi zext û bidarvekirinan.
Bi hezaran mirovên bê guneh bi destê vê komara îslamî hatine qetilkirin. Van kujeran di zivistana bihurî de di nav du şevan de bi hezaran mirov qetil kirin û ser hovîtiya xwe bi çîrokên şer û muzekereyan girtin. Hê jî ew hişmendî neguheriye û berdewam dike. Heta ev rejîm nêzîkatiya xwe bi taybet li beramber kurdan neguhere, ku wek xumeynî bixwe jî dibêje wek heyvanan nêzî kurdan bibin, ew ê bixwe jî di nav vê hişmendiya xwe ya qirêj de bifetisin û bikevin zibildana dîrokê. Gelek şah û ayetullah hatin û bihurîn lê di serî de kurd hemû netewe û baweriyên Îranê hêj li ber xwe didin û tekoşîna jiyanek azad dikin.
Balkêş e ku Xumeynî di destpêka 1979an de fetwaya destpêkê li dijî Kurdistanê da. Piştî 47 salan di serhildanên Jin Jiyan Azadî û serhildanên zivistana 2026an de çavên her kesî li Kurdistanê bû. Çawa rejîmê dît ku Kurdistan rabû ser piyan û tevahiya Îranê bi xwe re herikand, dîsa bi fetwaya Elî Xameneyî destpêkê êrişî Kurdistanê kirin. Artêşê berê xwe da Kirmaşan û Îlamê û bi hezaran kurd qetil kirin û bi pey re li bajarên din ên Îranê komkujî kirin.
Kurd kula li ser dilê van dîktatoran in. Dizanin ku tekoşîna kurdan çarenûsa welatan diguherîne. Em di qonaxeke wisa de ne ku nabe ti dewlet xwe bixapîne û divê dest ji van komkujiyan berde. Kurd êdî ne tenê li ber xwe didin û şer dikin di heman demê de xwedî wê hişmendî û aqilî ne ku bikaribin demokrasî û azadiyê mayînde bikin. Kurd garantiya demokrasiyê li Rojhilata Navîn in û ev rastî bi tekoşîna 52 salan a kurdê azad hatiye îsbatkirin. Netewperestên ereb, fars û tirk, divê bizanibin ku bi înkara kurdan ti caran wê rûyê xweşiyê nebînin, ji ber ku kurd gelê herî qedîm ê herêmê ye û ne rastiyek ji rêzê ye ku werin înkarkirin. Lihevkirin û aştiya bi kurdan re wê demokrasî û azadiyê bîne Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê. Me dît ku yên înkar kirin û qetil kirin ji ser kursiyan hatin xwarê lê îro roj kurd di siyaseta herêmê de bûne faktora herî bibandor.


