365 roj daxwaza perwerdehiya bi kurdî!

Wê demê, dê hemû dinya daxwaza gelê kurd a herî mirovane, xwezayî û gerdûnî ya perwerdehiya bi zimanê dayîkê bibihîze û mirovahiya hemdem tif bike nava çavên van xernexwaz û kujerên zimanan, ku ji mirovahiyê para xwe negirtine û wan di tûka xwe de bifetisîne.

•
1 deqe xwendin
365 roj daxwaza perwerdehiya bi kurdî!

14ê îlonê li Tirkiye, li bakur û rojavayê Kurdistanê serdema perwerdehiyê dest pê kir. Dîsa bi milyonan xwendekarên kurd, ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar tên hîştin û perwerdehiya bi zimanê tirkî, erebî û farisî li zarokên kurd tê ferzkirin.

Ziman ji bo gel û neteweyan hêmanê bingehîn ê hebûn û netewebûnê ye. Mirov bi zamanê xwe dibin mirov, gel û civak bi zimanê xwe dibin xwedî nasname. Weke hemû gel û neteweyan zimanekî gelê kurd jî heye, navê wî jî kurdî ye. 

Çawa ku li rûyê dinyayê hemû netewe bi zimanê xwe heyî dibin û tên nasîn, ji bo gelê kurd jî wateya zimanê kurdî ew e. Ji bo tirkan û hemû gelên dinyayê ziman çi be, ji bo kurdên çar aliyê Kurdistanê û çar aliyê dinyayê wateya zimanê kurdî ew e. 

Dagirkerên ku Kurdistan parçe kirine, ji bo ku kurdan bi tevayî tune bikin, ketine nav hewldanên jiholêrakirina zimanê kurdî. Bi hest û helwesta înkarê, bi planên hevkar û tevkar demên dirêj zimanê kurdî qedexe kirine û xwestine zimanê kurdî weke zimanekî kêm, qels û lawaz nîşan bidin. Bi armanca tunekirinê zimanê kurdî ji hemû derfetên pêşketinê û ji mafê perwerdehiyê bêpar hiştine, weke zimanê nezanan nîşan dane, nehiştine gula zimanê kurdî bibişkive.

Li gel evqas zext, zor û astengiyan jî, ji Baba Tahirê Uryan heta Feqiyê Teyran, ji Elî Herîrî heta Melayê Cizirî, ji Ehmedî Xanî heta Celadet, Kamuran û Mithad Miqdatê Bedirxan, bi nêrînên xwe yên pêşbîn, helwesteke kurdewar û hişmendiyeke neteweyî, ji bo zarok û neviyên xwe nifşên pey xwe, weke gencîneyên hebûna gelê kurd, li dijî dagirkeran berhemên xwe yên zêrîn afirandine û daxwaza înkar û tunekirina zimanê kurdî di qirika dagirkeran de hiştine.

Her cara ku serdest û dagirkerên welatê kurdan gotine "Zimanê kurdî qels e û ne zimanê şaristaniyê ye", van berhemên zêrîn ên zana û zanistên pêşiyên gelê kurd derketine pêşiya wan û gotinên wan ên înkara zimanê kurdî bi wan dane xwarin.

Li gel ku serdestên welatê kurdan bûne asteng, nehiştine ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê jî, bi hewldana dayik, dapîr, dengbêj, çîrokbêj û nivîskarên kurd ên xîretkêş, bi sedan kovar, rojname û materyalên perwerdehiyê, bi hezaran pirtûk û romanên bi zimanê kurdî weke berhemên hebûna zimanê kurdî yên pêşketî, weke kelemên ber çavên serdest û xêrnexwazan di ref û arşîvên mirovahiya hemdem de cihê xwe girtine.

De bila Fîdan, Kalin û Colanî her roj bên cem hev û ji bo pêşîlêgirtina zimanê kurdî plan û projeyan li dar bixin û nehêlin ku li Tirkiye û Sûriyeyê heta li dinyayê jî zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Hemû dinya şahid e û dizane ku ji salên 2012an heta vê demê, ev 14 sal in li Rojava, ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi mifredateke tekûz a mînaka demokrasiyê, ji 4 hezaran zêdetir dibistanan, bi 40 hezar mamosteyan ji bo sedhezaran xwendekaran perwerdehî tê dayîn.

Gelê kurd ê Rojava, dê ti carê biryara wezareta perwerdehiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku zimanê kurdî di hefteyê de bi 3 saet dersên hilbijarî bi sînor dike, qebûl neke.

Dê endam û rêveberên sazî û partiyên siyasî yên kurd, bi hişmendiya; "Zimanê Kurdî Mifteya Azadiyê û Nîşaneya Statuya Siyasî Ya Gelê Kurd e", ne tenê salê carekê di dema destpêkirina serdema perwerdehiyê de, 365 rojên salê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî bikin, ku ji bo gelê kurd, weke şîrê dayikê helal e.

Wê demê, dê hemû dinya daxwaza gelê kurd a herî mirovane, xwezayî û gerdûnî ya perwerdehiya bi zimanê dayîkê bibihîze û mirovahiya hemdem tif bike nava çavên van xernexwaz û kujerên zimanan, ku ji mirovahiyê para xwe negirtine û wan di tûka xwe de bifetisîne.