32 welat xwestin Îran darvekirinan rawestîne

Tevî Yekitiya Ewropayê, Fransa, Ingilîstan, Kanada, Îtalya jî di nav de 32 welatan, ji ber zêdekirina cezayên darvekirinê Îranê şermezar kir û xwestin cezayên darvekirinê werin sekinandin.

•
1 deqe xwendin
32 welat xwestin Îran darvekirinan rawestîne

Rejîm Îranê li dijî xwepêşendêran cezayê darvekirinê disepîne û daxwazên herî aştiyane jî bi vê sepanê ceza dike. Di nav de Yekitiya Ewropayê, Fransa, Ingilîstan, Alman û Îtalya jî di nav de 32 welat rejîma Îranê ya ku cezayên darvekirinê zêde kiriye bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin û xwestin rejîm vê sepana zextê bi dawî bike.

Di daxuyaniya hevpar de ji rejîmê hat xwestin ku kesên bi awayeke keyfî hatine girtin jî werin berdan û daxwaza gel ya guherînê were guhdarkirin.

Fransa: Divê zexta derveyî mirovahiyê bi dawî bibe

Jean-Noël Barrot destnîşan kir ku li ser destpêkirina xwepêşandanên li Îranê tevî ku 7 meh derbas bûne jî darvekirin didomin û wiha got: “Ev yek nayê qebûlkirin û divê ev sepana derveyî mirovahiyê bi dawî bibe. “