30 sal şûnde hat berdan

Omer Akyol piştî 30 salan girtî ma, hate berdan. Omer Akyol anî ziman ku dê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”

•
1 deqe xwendin
30 sal şûnde hat berdan

Omer Akyol piştî 30 salan girtî ma, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Îzmir Şakranê hat berdan, got: “Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.” Omer Akyol, di 21ê Tebaxa sala 1996an de li navçeya Ebexê ya Wanê hat girtin û li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê ma. Piştre ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê hat kirin, piştî 16 salên li Dîlok û Êlihê, anîn Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Îzmîrê (Girtîgeha Tîpa T a Şakranê) û piştî 14 salan hat berdan. Omer Akyol ji aliyê malbata xwe, nûnerên DEM Partiyê, EGE-TUHAYDERê ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Omer Akyol ê ku bi çepikan hat pêşwazîkirin, wiha axivî: “Tam 30 salên min li girtîgehê derbas bû. Derketina piştî 30 salan hem min diêşîne hem jî kêfxweş dike. Kêfxweş dike ji ber ku ez êdî li derve me, min diêşîne ji ber hîn jî rêhevalên min li wir in girtî ne. Em pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk a ku Rêber Ocalan daye destpêkirin bi baldarî dişopînin û em bawerin wê bigihîje serkeftinê. Erê hin xetereyên vê pêvajoyê hene, dibe ku hinek kes bixwazin sabote jî bikin lê em ji Rêbertiya xwe bawer dikin. Wî em di bin şert û mercên tecrîta giran a li Îmraliyê de heta vir anîn û em ê jî di şopa wî de welatekî demokratîk ava bikin. Wê Azadî ya kurdan û Kurdistanê be.”