288 hefte nin Nobeta ‘Azadî ji Rêber Apo re’ didome

Nobeta “Azadî ji Rêber Apo re” ku li pêşiya Ofîsa NYê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, 288 hefte nin didome. Çalakgeran dîsa azadî û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

•
1 deqe xwendin
288 hefte nin Nobeta ‘Azadî ji Rêber Apo re’ didome

Nobeta ku ji 25ê Çileya 2021an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyêtê lidarxistin, di hefteya 288an ​​de berdewam kir. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Rûstem Licê (Hamza Haran), Ekîn Sûr (Sevîm Bulbul), Şerîf Spêrtî (Huseyîn Şengul) û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. 

Piştre Hevserokê Komeleya Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn li ser pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn axivî û êrîşên li ser Rojava û êrîşên Îranê yên li ser tevgerên Kurd şermezar kir.

Tekîn daxwaza misogerkirina ”şert û mercên xebat û jiyana azad" a ji bo Rêber Apo dubare kir.

Çalakvanan diyar kirin ku ew ê nobeta bi dirûşmeya "Statû ji bo Rêber Apo, statû ji bo gelê Kurdistanê" tê lidarxistin berdewam bikin û ew ê dev ji daxwazên xwe yên ji bo misogerkirina statuya Rêber Apo û mafên gelê Kurd bi destûrî bê misogerkirin bernedin.