2 karker bûn qurbana TOKÎ
Li navçeya Yeşilyurt a Meletiyeyê, di dema xebatên binesaziyê yên avakirina xaniyên TOKÎ de ax herifî. Di encama qezaya kar de du karkerên ciwan bûn qurbana TOKÎyê.

Li navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê di dema xebatên binesaziyê yên avakirina xaniyan de ax herîfî. Li herêma ku xebatên avakirina xaniyên TOKÎyê lê berdewam dikin, di dema kolandina xetên binesaziyê de ax herifî. Bi herifîna axê re du karker di bin axê de man. Li ser agahdarkirina karkerên din ên li cihê kar, yekîneyên tenduristiyê, agirkuj, AFAD, UMKE û cenderme derbasî cihê bûyerê bûn.
Di encama qezayê de karker Enîs Bayram (29) û Suleyman Kaya (34) di bin axê de man û bûn qurbana karê TOKÎyê.
Di derxistina cenazeyan de hevalên wan ên karker bertek nîşan dan û krîz derbas kirin. Cenazeyê her du karkeran ji bo karê otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê.
Derbarê qezaya kar de lêpirsîn hate destpêkirin.


