2 hezar û 250 xwendekar derbasî xwendina kurdî bûn
Li Kerkûkê sala nû ya xendina Kurdî destpê kir. Di du salan de zêdetirî 2 hezar û 250 xwendekar ji xwendina zimanên din derbasî nava xwendina kurdî bûn.

Li Dibistana Hêmin a Kerkûkê, bi amadebûna xwendekar, mamosta, berpirsên perwerda Kurdî û endamên meclîsa parêzgehê, zengila sala nû ya xwendina bi Kurdî lê da. Di merasîmê de Rêvebirê Xwendina Kurdî li Rêveberiya Perwerda Kerkûkê Kameran Elî axivî û got: “Bi keyfxweşî em sala nû ya xwendinê li we pîroz dikin. Hêviya serkeftinê ji bo hemû xwendekaran dixwazîn. Ji bo serxistina sala nû ya xwendinê pêwîstî bi tevayî aliyan, mamosta û rêveberiya perwerdê heye. Em spasiya tevayî malbatên xwendekaran dikin ku zarokên xwe şandin dibistanên ku perwerdeya bi Kurdî lê tê dayîn. Di nava du salên borî de zêdetirî 2 hezar û 250 xwendekar ji zimanên din derbasî nava xwendina Kurdî bûne. Ev jî zindîbûna xwendina Kurdî nîşan dide.”


