18 rêxistinên jinan ji bo mafên jinan û statuya kurdan bang li Guterres kirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li Şamê bi nûnerên 18 rêxistinên jinan re hat cem hev. Di hevdîtinê de rewşa jinan û binpêkirinên mafan hatin vegotin, her wiha hat xwestin ku mafên gelê kurd bên mîsogerkirin.

•
1 deqe xwendin
18 rêxistinên jinan ji bo mafên jinan û statuya kurdan bang li Guterres kirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li Şamê bi nûnerên 18 rêxistinên jinan ên ji Rojava û Sûriyeyê re civiya.

Rêxistinên jinan nameyên ku daxwazên wan di nava de bûn, pêşkêşî Guterres kirin. Di nameyan de li gel mafên jinan, edalet û pirsgirêkên aborî, binpêkirinên mafan ên li taxa Şêxmeqsûd, herêma peravê û Suweydayê, parastina mafên gelê kurd û rakirina encamên polîtîkayên Kembera Erebî hatibûn destnîşankirin.

Endama Komîteya Têkiliyên Siyaseta Demokratîk û Lihevanînê ya Kongra Star Rûken Ehmed jî li ser navê Kongra Star beşdarî civînê bû.

Li gorî agahiyên ku Rûken Ehmed dan, beriya civînê 18 rêxistinên jinan di bin sê koman de bûn yek û têkildarî rewşa Sûriyeyê civînên serhêl pêk anîn. Di civînê de sê nameyên cuda yên ku ji aliyê van sê koman ve hatibûn amadekirin, hatin nirxandin.

Guterres jî anî ziman ku ew ê bibin şopdarên daxwazên ku hatine anîn ziman û kêmbûna nûnertiya jinan a di rêveberiya demkî ya Şamê de di hevdîtinên xwe yên bi hikûmetê re xistine rojevê.

Rûken Ehmed her wiha diyar kir ku Kongra Starê jî nameyeke taybet pêşkêşî Antonio Guterres kiriye.