178emîn hejmara kovara Jinê derket

178emîn hejmara kovara Jinê bi berga "Lêkolînên Hevpar li ser Aboriya Demokratîk, Hiqûq û Ziman" derçû.

•
1 deqe xwendin
178emîn hejmara kovara Jinê derket

Hejmara 178emîn a Kovara Jinê bi berga "Lêkolînên Hevpar li ser Aboriya Demokratîk, Hiqûq û Ziman" derçû  Hejmara nû ya kovarê nîqaşên li ser ziman, hiqûq, aborî, têkoşîna rizgariya jinan û nûnertiya çandî dinirxîne. Di heman demê de nirxandinên li ser rewş û parastina zimanê kurdî, avakirina têgihîştineke zagonî ya demokratîk, rola jinan wekî aktorên damezrîner di pêvajoyên aborî û siyasî de û perspektîfa aboriya demokratîk dihewîne.

Kovar, der barê wê yekê de lêkolînan dike ku destkeftiyên civakî yên şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê çawa ji hêla pîşesaziya çandî ve têne veşartin an jî bi awayên cûrbecûr têne hilberandin.

Tevahî sernavên hejmara 178an a kovarê wiha ne:

 “*Ziman Bingehê Hebûnê ye / Leyla Kaymaz

*Konferansa Parêzerên Kurd ên Demokratîk / Ekîn Yeter

*Aboriyek Demokratîk Bêyî Dengê Jinan Pêkan e? / Dîlek Başalan

*Azadiyê Çi Ava Kir, Pîşesaziya Çandê Çi Bazar Kir? / Aylîn Karakaş

*Şoreşa Rojava û Nirxandinên Destkeftiyên Jinan li ser Têkoşîna Wan / Şîlan Baran.”