160 nivîskar û rewşenbîrên kurd daxuyaniyek belav kir
Têkildarî êrîş û bûyerên li başûrê Kurdistanê diqewimin her diçe nerazîbûn zêde dibin. Ji aliyên cuda û sazî û dezgehên Kurdistanî rojane daxuyanî tên dayîn.
Têkildarî êrîş û bûyerên li başûrê Kurdistanê diqewimin her diçe nerazîbûn zêde dibin. Ji aliyên cuda û sazî û dezgehên Kurdistanî rojane daxuyanî tên dayîn. Komeleya Wêjekarên Kurd jî yek ji van saziyan e ku girêdayî bûyerên li Başûr daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di bin sîwana daxuyaniya Komeleyê de raman û daxwazên hevpar yên 160 heb nivîskaran wekî daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Ahmet Kanî ve hat xwendin. Ahmet Kanî di axaftina xwe de diyar kir ku gelê kurd di pêşketina civakî û mirovî de ne rol û risteke girîng bi cih aniye û bi sedan sal in bi vîn û baweriyeke mezin li ber xwe dide, têdikoşe û destkeftinan bi dest dixe.
Serkeftin her ya gelê kurd e
Di berdewama axaftina xwe de Kanî bal kişand ser başûr û rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Êrîşên dewleta dagirker yên li ser Başûr û Rojava, di van demên dawî de gihîştiye asteke bilindtir. Em li ser navê rewşenbîr û nivîskarên kurd yên li hemû aliyên Kurdistanê bang dikin: Divê sazî, partî, rêxistin, malbat û Kurd hemû tavilê bibin yek û rêyekê peyda bikin ku pê rê li ber êrîşan bigirin. Bila êdî tu kes li pêşiya yekitiya kurdan nebe asteng. Yên ku bibin asteng dê li pêşberî dîrokê berpirsiyar bin û em ê jî bi hişmendiyeke neteweyî li ber wan rabin. Li şûna ku kurd dijminatiya hevûdu bikin divê li hemberî dagirkeriyê û qirkirina kurdan têbikoşin. Ji bo yekitî û azadiya kurdan divê hewl bidin.”
Her wiha li ser navê 160 nivîskar û rewşenbîrên ku metna daxuyaniyê îmzekirine Kanî êrîşên li dijî kurdan şermezar kir û wiha pê de çû: “Dem dema yekitiyê ye. Gelê kurd wê heta dawiyê bi ruhê yekitiyê li ber xwe bide, li her qadê têkoşînê mezin bike û bi ser bikeve. Serketin wê ya gelê kurd be."
Kesên ku metina daxuyaniyê îmze kirine:
"Abdullah Ayav, Abdulhemid Mendani, Abdullah Yavuz, Adalet Kaya, Almast Hsoyan, Ahmed Kanî, Ahmet Çavli, Ahmet Çelik, A. Avesta Aydın, Amed Tîgrîs, Ayhan Demir, Avjen Argeş, Azad Zal, Aynur GOnul, Bahaddin Robar, Bawer Berşev, Birgul Çağırıcı, Cahide Harputlu, Cemal Xinzor, Cemal Babaoglu, Cevahir Sedak, Ciwanê Ebdal, Delal Ay, Derya Avşar, Devrim Demir, Dilan Aydin, Dilan Guvenç, Dilşa Yûsûf, Dilbezarê Bêkes, Dr. Remzi Azizoğlu, Ednan Dogan, Edip Berk, Eslîxan Yildirim, Ejder Dağ, Ertuğrul Barka, Eyyup Subaşi, Eyyup Guven, Ezîz Xemcivîn, Fatma Ay, Fatma Taşlı Tunç, Fewaz Ose, Feleknas Uca, Feratê Dengizî, Fereydun Saman, Fehim Çetinkaya, Feysel Ozdemir, Fevzi Ozmen, Fergin Melik Aykoç, Gulistan Kanireş, Glavezh


