15 baroyan êrîşên nijadperestî şermezar kirin

Di rojên dawî de li Konya û Afyonê li dijî kurdan êrîşên nijadperesti pêk hatin. Di êrîşan de Hakîm Dal jiyana xwe ji dest dabû. 15 baroyên herêmê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Di rojên dawî de li Konya û Afyonê li dijî kurdan êrîşên nijadperesti pêk hatin. Di êrîşan de Hakîm Dal jiyana xwe ji dest dabû. 15 baroyên herêmê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Baroyan xwest êrîş bi baldarî û çalak bên lêpirsîn. Baroyan anîn ziman ku ev bûyer ne ji rêzê û asayî ne.

Baroyan destnîşan kir ku hêzên eskerî û polîsan hasas tev negeriya ne û saziyên darazê jî lêpirsînek xurt nekiriye.Baroyên ku daxuyanî îmze kirin wiha ne:

Semsûr, Agirî, Çewlig, Bedlîs, Êlih, Dersim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan,

Di 12’ê gulana 2021’an de li navçeya Meranê ya Konyayê, di 19’ê tîrmeha 2021’an de li Afyonê, di 21’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê komên nijadperest li dijî kurdan êrîş pêk anibûn. Herî dawî welatiyê kurd Hakim Dal jiyana xwe ji dest dabû.