14ê Tîrmehê roja vejandina ruhê civaka azad e

Ev peyama manîfestoya aştî, azadî û demokrasiyê, ji aliyê gelan û welatên demokrat, aştîxwaz û azadîxwaz ve bi kêfxweşî û kelecanake mezin hat pêşwazîkirin. Mirovahiya hemdem, vê sekna wêrek a aştiyane ya gelê kurd û rêberê wî dibîne, dişopîne û li hemberî vê bi helwesta mirovane rêzê digire.

•
1 deqe xwendin
14ê Tîrmehê roja vejandina ruhê civaka azad e

Di ser çalakiya 14ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya mezin a zindana Amedê re 44 sal derbas bûn, lê belê ji bo êşên ku wê demê hatine kişandin û kewandina birînên zindana Amedê ji aliyê rayedarên dewletê ve hîn jî hevrûbûnek pêk nehatiye.

Ji wan rojên ku kurd û kurdîtî bi tevahî dihat înkarkirin heta niha, daxwaza gelê kurd û malbatên berxwedêrên zindana Amedê ew e ku ji berpirsyarên wê demê hesab were pirsîn û zindana Amedê bibe bîra mirovahiyê, ku mirovahî ji van pêkanînên hovane dersan derbixe û careke din ew êşên ku di encama wan hovîtiyan de hatin jiyîn, neyên jiyîn.

Gelê kurd, di herikîna dîrokê de her tim li ser bingeha aştî, azadî, demokrasî û xwişk û biratiyê bi gel û neteweyên cîranê xwe re têkiliyên mirovane danîne, xwediyê felsefeya jiyana azad û wekhev e û li hemberî feraset û nêzîkatiyên zilm, zor,  înkar û tunehesibandinê jî ti carê serî netewandiye. Di dîrokê de hemû  serhildan û raperînên ku  gelê kurd dane destpêkirin, li hemberî înkar, neheqî û bêdadiyê, ji bo parastina nirx û rûmetên xwe yên neteweyî pêk hatine. 

Ji Şêx Seîdê kal, Seyîd Riza, heta Elîşêr û Zarife Xanimê, ji serhildanên Agirî û Sasonê heta Dêrsimê, hemûyan li hemberî neheqî, înkar, qirkirin û terteleyên ku li ser gelê kurd hatine ferzkirin dest pê kirine.

Berxwedana zindana Amedê jî, dema ku êrişên li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê kurd û şikandina rûmeta mirovahiyê dest pê kir, Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan bi biryardarî gotinên xwe yên dîrokî yên "berxwedan jiyan e", "em bi qasî ku di oxira wê de canê xwe bidin ji jiyanê hez dikin" û "li ser gora min binivîsin ji gelê xwe re deyndar e" gotin.

Ev gotinên dîrokî û helwesta lehengane ya van pêşengên têkoşer ên berxwedana zindana Amedê, rengê xwe da têkoşîna 50 salên dawî ya azadiya gelê kurd. Di encama vê têkoşîna bêhempa û canbexşane ya gelê kurd de, ku  dîrokeke zêrîn ji bo gelê kurd û gelên bindest hat nivîsandin û diyarê mirovahiyê hat kirin, rêberê gelê kurd, Abdullah Ocalan, ê ku di heman demê de pêşengiya vê têkoşîna azadiyê dike, di 27ê sibata 2025an de peyama xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşkêşî gelê kurd, tirk û raya giştî ya cîhanê kir.

Ev peyama manîfestoya aştî, azadî û demokrasiyê, ji aliyê gelan û welatên demokrat, aştîxwaz û azadîxwaz ve bi kêfxweşî û kelecanake mezin hat pêşwazîkirin. Mirovahiya hemdem, vê sekna wêrek a aştiyane ya gelê kurd û rêberê wî dibîne, dişopîne û li hemberî vê bi helwesta mirovane rêzê digire.

Ji roja ku  birêz Ocalan peyama Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kir heta vê demê, ji rêvebir û rayedarên welatan, heta akademîsyenan, ji rewşenbîran heta ramanweran, ji zanist û zanyaran heta nîvîskaran û xwediyê Xelatên Aştiyê yên Nobelê, bi peyamên xwe piştgirî dan vê manîfestoya jiyana wekhev û azad a li ser bingeha  xwişk û biratiya gelan. Ev helwesta aştiyane ku birêz Ocalan weke Aştî û Civaka Demokratîk formûle kiriye û bi vê bangê PKKê dawî li pêvajoya şerê çekdarî aniye, çekên xwe şewitandine, gel û raya giştî li bendê ye ku rayedarên dewletê jî, bêyî ku dereng bimînin, bersivê bidin vê banga birêz Ocalan, ku gelê kurd, tirk û hemû gelên li tirkiyeyê dijîn karibin bi çand, ziman, nasname, reng, deng, ol û baweriyên xwe bijîn û bi hev re stranên xwişk û biratiyê bistrên.

Bi sedema salvegera 14ê Tîrmehê Rojiya Mirinê Ya Mezin, em di kesayeta Xeyrî Dûrmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de, hemû şehîd û cangoriyên doza azadiyê, ku bi berxwedana xwe çanda têkoşîna jiyana azad û birûmet diyarê gelê kurd û gelên cîhanê kirine, bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.