130 nivîskarên Kurd: Deriyê diyaloga bi Ocalan re vekin
130 nevîskarên kurd têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyani dan. Nivîskaran xwestin demildest tecrîdê bi dawî bikin û deriyê dialoga mayinde ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vekin.”

130 nivîskarên kurd ên li Amed û bajarên derdorê têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî dane çapemeniyê. Endam û nûnerên komeleyê û gelek nivîskar tev li daxuyaniyê bûn. Bi kurmancî endamê Komeleya Wêjekarên Hasan Ozguneş daxuyanî xwend.
Hasan Ozguneş diyar kir ku gelê kurd bi sekn û hewldanên xwe yên ji bo aştî û aramiyê, bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civak û jiyaneke pêşverû, xwereng û demokratîk a li Kurdistanê û li tevahiya Rojhilata Navîn, her roj hinekî din dengê xwe yê zîz bilindtir dike û got: “Gelê kurd sedsala borî nîşanî tevahiya desthilatdarên li Rojhilata Navîn û cîhanê daye ku bi tunehesibandina ziman, çand, bawerî, gel û hemû cureyên cihêrengiyan, bi binpêkirina mafên mirovan, bi rêgirtina li ber mafê azadiya derbirînê, avakirina jiyaneke xweştir pêkan nîn e. Ligel ku li çar aliyên Kurdistanê şer û pevçûn hene û qeyranên heyî her ku diçe kûrtir dibin jî, gelê kurd û siyaseta kurdan dev ji israra xwe ya di aştî û aramiyê de bernadin. Dîsa ligel dehfik û daxwazên hêzên hegemonîk û şerxwaz, li gel êrîşên desthilatdarên xwe, gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê hem hewl dide xwe ji şer û pevçûnan biparêze û hem jî hewl dide ku jiyaneke hevpar a ku ji bo tevahiya mirovahiyê bibe mînak, ava bike.”
‘Ji bo rê û deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsyar dibînin’
Ozguneş da zanîn ku ev nêzî du salan e ku şer û pevçûnên ku nêzî nîvsedsalekê li Bakurê Kurdistanê didomiya, bi hêviya pêkhatina aştiyeke birûmet û mayînde rawestiyaye û ev tişt gotin: “Ev derfeteke gelekî girîng e ku divê bi baldarî û hestiyariyeke zêde bê bikaranîn. Di vê qonaxê de, wek rewşenbîrên Kurdistanê ji bo rê û deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsiyar dibînin ku rayedar bên teşwîqkirin. Lewre em di wê baweriyê de ne ku divê tevahiya arîşeyan bi diyalogê bên çareserkirin. Nijadperestî û netewedewletê sedsalek berhewa kirin, divê di sedsala nû de wekhevî û demokrasî bi ser kevin. Divê hemû nasnameyên etnîkî, çandî û olî bikaribin bi awayekî azad bi hev re bijîn. Divê azadiya jinan pêk bê û dengê ciwanan li her derê bikaribe berz bibe.”
‘Bi hestiyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin’
Hasan Ozguneş anî ziman ku polîtîkayên înkar û tecrîdê yên ku di destê desthilatdaran de bûne amûrên birêvebirinê yên ku bi dehan salan e tên ceribandin, bi têkoşîn û berxwedana gelê kurd êdî riziyane û bêwate bûne û wiha domand: “Dorpêça siyasî û bîrdozî ya li ser gelê kurd hatiye belavkirin. Polîtîkayên şer û tecrîdê yên ku qeyranên civakî û aboriyê kûrtir dikin êdî bi hişekî û zimanekî zelaltir ji aliyê rêjeyeke zêde ya civakê ve tên redkirin. Tevahiya civakê dizane û dipejirîne ku Serokê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye û aliyekî vê pêvajoyê bi yekdengî cenabê wî wek sermuzakerevan pênase û destnîşan dike. Lewre em, yên ku navên wan li jêrê ne, ji hemû kes, sazî, rêxistin, desthilatdarî û aliyên ku xwe wek berpirsiyar dibînindixwazin ku demildest dev ji polîtîkayên şer û tecrîdê berdin û di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin. Divê rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re bi awayekî mayînde bên vekirin, tecrîda li ser wî bê bidawîkirin da ku bi rêya diyalog û danûstendinan kêşe û arîşe çareser bibe, daxwaza aştî û azadiya civakî ya gelan pêk bê. Her wiha, em bangî tevahiya nivîskar, rewşenbîr, wêjekar û ramanwerên xwe yên ku xwe berpirsyarên azadiya civakê, çavkaniya demokratîk û siyaseta demokratîk dibînin dikin ku bi hestyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin.”
Nivîskarên ku piştgiriyê dane bangê ev in:
Mûsa Şanak
Rifat Ronî
Abdurrahman Bakir
Turabî Kîşîn
Mehmet Faysal Ozdemîr
Masûm Xemgîn
Cemal Babaoglu
Adil Qazî
Ercan
Ahmet Yalçinkaya
Mîrza Mihemedê Şêrwî
Diba Ermîş Keskîn
Gulîzar Seyhan
Eyyup Guven
Yasemîn Demîrkaya
Kayahan Şan
Ahmet Çavli
Bîrgul Ozgul
Cuneyt Demîr
Mevlût
Xembar Farqinî
M. Şîrîn Burga
Şahabettîn Demîr
Yaşar Kaya
Hatîce Dayan
Adîle Ozer
Veliî Bîngoltekîn
Mehmet Guzel
Abdulmenaf Dînler
Ahmet Has
Messo Bedirxanî
Hogir Berbir
Bedirhan Alakûş
Kahraman Oguz
Metîn Ozkan
Salihê Mewali
Nurettîn Gokalp
Mazîçinê
Abdullah Ongullu Şêrwî
Huseyîn Taşdemîr
Tahsîn Aktaş
Halîl Dogan
Jêhat Rojhilat
Mehmet Akdogan
Leyla Saraç
Rohat Bulut
Haci Ozkal
Îsmaîl Dîndar
Mîhdî Perînçek
Rodî Zinar
Feratê Dengizî
Ahmet Tekdemîr
Hasan Ozguneş
Şehrîban Defîşet
Nazim Kok
Aytenxan
Mesût Uçkaç
Cebelî Akyol / Zaza Cebelî
Nûrcan Delîl
Reyhan Serhan
Rêdûr Dîjle
Fatêxan Taşli Tunç
Gulan Zozan
Fevzî Çetîn
Şevger Çolo
Yousef Mantk
Melevan Resûl
Elîxan Loran
Kamiran Simo Hêdilî
Kemal Bakan
Mehmet Saît Arzû
Yasemin Elban
Bahadîn Robar
Servet Ozkan
Herdem Merwanî
Mem Bawer
Mîna Acer
Serhildan Azad
Rojbîn Perîşan
Sebrî Vûral
Bedrî Adanir
Mehmet Soğut
Muslum Aslan
Mehmet Karakûş
Osman Kapan
Ednan Dogan
Enver Enkî
Brûsk Bagok
Weysel Avci
Elmo Begarî
Mehmet Şahîn
Huseyîn Surgeç
Sedat Can
Roger Sozdar
Niyazi Yaşar
Vasfi Ak
Ziya Şekir
Aziz Aksu
Serkeft Botan
Mahmut Baril
Seyrana Celad
Siwar
Semire Demirel
Emin Aksu
Roza Metîna
Edip Berk
Sultan Yaray
Weysî Varli
Weysel TIRPAN
Ahmet Çelik
Yaşar Eroglu
Ahmet Tamîr
Orhan Sakci
Azad Zal
Esra Sadikoglu
Leylana Siddiq
Aryen Mendi
Mulkiye Tekin
Dildar Welat
Arzu Savaş Derman
Suphi Soylemez
Ronahî Farqînî
War Botan
Mehmet Veli Karadeniz
M. Çiya Mazî
Roj Agir
Nesrîn Navdar
Adîl Ercan
Omer Fîdan
Mehmet Devîren


