12 Mêrên Bihêrs

Yek ji têgihên hiqûqî yên sereke ku fîlm vedibêje, gumana maqûl e. Erka lijneyê ne ew e ku bêgunehiya bertawanbar bipeyitîne, lê divê her gumaneke maqûl a derbarê tawanbariya wî, ji holê rabike.

•
1 deqe xwendin
12 Mêrên Bihêrs

Fîlmê ku derhêneriya wî Sidney Lumet dike, di sala 1957an de tê çêkirin û ji wê gavê heta niha di nav hemû lîsteyên fîlmên herî serkeftî de cih digire. Hem bi mijara xwe hem jî bi şêweya vegotina xwe wek klasîkekê di dîroka sînemaya cîhanê de cih digire. 

Fîlm bi çend sehneyên kurt ên li derveyî avahiya dadgehê û li hola dadgehê dest pê dike, lê piştre li hundirê odeyeke teng û germ berdewam dike û heta dawiyê jî li wê odeyê derbas dibe. Temaşevan jî di odeyê de asê dimînin û dibin perçeyekî nîqaşa lijneyê. Destpêkê bi dîmenên fireh dest pê dike, lê her ku dem diherike, çarçove tengtir dibe, em ruyên endamên lijneyê ji nêz ve dibînin. Aciziya wan, tengezariya wan, hestên wan jî nêz ve dişopînin. Ji ber ku bi ti awayî kamera ji odeyê dernakeve, temaşevan jî gav bi gav nîqaşê dişopînin, ew hestên ku kesayetên di fîlm de dijîn, temaşevan jî hîs dikin, ew jî bi endamên lijneyê re ditengijin. Her diçe bêdengî jî zêde dibe, ev bêdengî derfetê dide ku endamên lijneyê bi ramanên xwe û bi nakokiyan re rû bi rû bimînin.

Fîlm di derheqê dadgehkirina ciwanekî de ye ku bi angaşta bavê xwe kuştiye. Lê ji dadgehkirin an biryara tê dayîn bêhtir li ser pêvajoya biryardayînê ye.  Heke lijne ciwanê bertawanbar tawanbar bibîne dê biryara darvekirinê bê dayîn. Her endamê lijneyê, ji derdor, kar, dever û çînên cuda ne. Di destpêkê de 11 endamên lijneyê ciwanê ku tê dadgehkirin tawanbar dibînin û biryara darvekirinê didin. Lê endamê lijneyê yê 8emîn ne bi fikra wan re ye. Lê ji bo ku biryar derkeve divê hemû lijne qebûl bike, gumaneke herî biçûk jî hebe dê nêyê darvekirin. Qebûlnekirina kesê 8emîn rê li ber nîqaşan vedike. Di van nîqaşan de, pêşdarazên takekesî, nakokiyên çînî û berspirsyariya sincî dertê holê. Her kesek nêrîneke civakî dinimîne. Di seranserê fîlmî de her endamek nûnertiya helwesteke mirovî ya cuda dike. Hin ji wan bi pêşdaraziyên kesane tevdigerin, hin dixwazin dozê zû biqedînin, hin jî di bin bandora piraniyê de nikarin bifikirin li gor wan tevdigerin. Endamê 3emîn nakokiya ku bi kurê xwe re dijî, davêje ser tewanbar û trawmaya xwe ya kesane vediguherîne helwesteke dadî. Endamê 10emîn çîna civakî ya ciwanê bertawanbar, rasterast wek nîşana tawanbariyê dibîne û pêşdaraziya çînî temsîl dike. Ji helwesta endamên 7 û 12emîn de xuya dibe ku bêxemî jî dikare bi qasî neyartiyê wêranker be. Li hember van, endamê 4emîn ramana analîtîk temsîl dike, endamê 8emîn jî wek navenda exlaqî ya fîlmî berpirsyariya wijdanî radigire. Bi vî awayî fîlm nîşan dide ku pêvajoyên biryardanê ne tenê bi hiqûqê, bi psîkolojiya mirov jî teşe werdigire.

Endamê 8emîn ê lijneyê, bi angaşta ku teqez bi heqîqetê dizane ranebe, raya  ji bo darvekirina bertawanbar nade, lê di nîqaşan de jî bêgunehiya wî jî naparêze. Dema jê dipirsin bê ciwan bê suc e an na ew bersiva “nizanim” dide. Tenê bi guman e û di biryareke wiha de ku li ser jiyana mirovekî didin, divê guman tune bin. Ew, bêyî ku nîqaşê veguherîne pêşbaziyeke serdestiyê ya kesane, bi pirsan û bi aşkerekirina nakokiyan, endamên din ber bi ji nû ve lêpirsînê ve dibe. Ew ji bo ku ên din qanih bike jî bi ser ên din ve naqîre, li ser wan zordestiyê nake ji bo ku wek wî bifikirin. Berevajiya hin endamên lijneyê ên ku diqîrin ew pir aram e, rêbaza wî lêpirsîn e, ji bo nakokiyên heyî bên aşkerekirin hewl dide û dixwaze ên din jî bi ramanên xwe re rû bi rû bimînin. Di vê çarçoveyê de wijdan ji hesteke pasîf derdikeve û vediguhere mekanîzmayeke berpirsyariyê ya çalak; bi vî awayî tê nîşandan ku wijdana takekesî çawa dikare li hember zexta piraniyê bisekine û helwesta exlaqî carinan tenêmayîn û li dijî piraniyê rawestanê dixwaze. Ji ber ku gelek endamên lijneyê dema biryar didin li der û dora xwe dinihêrin û li gorî piraniyê ray didin. Her wiha endamên ku fikrên wan diguherin, an fikrên xwe yên rastî aşkere dikin rastî zexta kesên din jî tên. 

Xaleka sereke ya nîqaşa lijneyê jî vekolîna vegotinên şahidan e. Vegotinên ku di destpêkê de teqez û bêşik xuya dikin, her ku nîqaş kûrtir dibe, nakokiyên di wan vegotinan de aşkere dibin. Angaşta ku şahidê kal ku ew yekser piştî bûyerê gihîştiye derî û bertawanbar dîtiye, ji ber rewşa tenduristiya wî a laşî ne pêkan e. Di heman demê de, şahidiya wî ya dengî jî ji ber dengê trênê ya ku di wê kêliyê de di wir de derbas bûye, nayê qebûlkirin. Bi heman awayî, bi nîqaşan re vegotinên yek ji şahidan jî jineke ku baş nabîne bi guman nêz dibin. Fîlm bi van mînakan nîşan dide ku şahidiya çavdêr jî dibe ku ji ber stres, têgihîştina xelet û şaşiyên bîrê bibe sedema xeletiyan; lewma divê delîl jî ne wek rastiyên teqez, lê bi çavekî rexneyî werin nirxandin.

Yek ji têgihên hiqûqî yên sereke ku fîlm vedibêje, gumana maqûl e. Erka lijneyê ne ew e ku bêgunehiya bertawanbar bipeyitîne, lê divê her gumaneke maqûl a derbarê tawanbariya wî, ji holê rabike. Divê her rewşeke ku tê de nezelalî hebe bê aşkerekirin. Her wiha israra endamê 8emîn, Rêgeza Blackstone a hiqûqî dixe bîra mirov; xilasbûna deh tawanbaran ji cezakirina kesekî bêguneh çêtir e. Ji bo ku kesekî bêguneh nêyê darvekirin, hewl dide gumanên heyî ji holê rabike. 

Biryara endamê 8emîn ku xwe ji dayîna biryareke teqez dûr digire û gumanên xwe diparêze, xwedî wateyeke exlaqî ye ku red dike derbarê jiyana mirovekî bi lez tevbigere. Bi vî awayî, dadwerî li şûna ku tenê bibe reflekseke cezakirinê, ji nû ve wekî mekanîzmayeke etîkî tê pênasekirin ku takekes li hember hêza serdest a piraniyê û desthilatdaran diparêze. Her ku nîqaş bi pêş dikeve, delîlên ku endamên lijneyê dibêjin teqez in hildiweşin; endamên lijneyê jî ji helwestên xwe yên pêşdaraz û lezgîn dûr dikevin û ber bi ramaneke li ser hîmê aqil, şik û lêpirsînê ve diçin. Bi vî awayî tê destnîşankirin ku dadmendî tenê bi pêvajoyeke nirxandinê ya aqilane, wijdanî û exlaqî pêkan e ku ji pêşdaraziyan paqij e. 

Fîlm, ciwanê tê dadgehkirin tawanbar e yan bêguneh e aşkere nake. Temaşevan di dawiya fîlm de nagihijîn ti encamekê. Helwesta fîlm, di kesayeta endamê 8emîn de derdikeve holê. Heqîqet çi ye nizane, nabêje, lê divê mirov zû biryarekê nede. Heqîqeteke tekane û teqez tune ye, di destpêkê de bi vegotinên şahidan temaşevan jî qanih dibin ku ciwan tawanbar e û wek endamên lijneyê ew jî li bendê ne ku qaseke din biryar bê dayîn û fîlm dest pê bike. Lê bi nîqaşan re derdikeve, her çiqas tiştên ku hem ji dadgehê re, hem ji lijneyê re hem ji temaşevanan re hatiye ragihandin wek teqez xuya bikin jî, ne teqez in û nakokiyên ku li ber çavê parezer, dadgeh û lijneyê neketine hene. Lewma fîlm, rastî û heqîqeteke teqez pêşkeş nake, her wiha pêdiviya gumanê ya ji rastiyên heyî, lêpirsîn û lêkolînê nîşan dide.

12 Mêrên Bihêrs fîlmek e ku dadê bi çarçoveya rêzikên hiqûqî de sînordar nake, bi têgihên exlaq, etîk û wijdanê re bi hev re dinirxîne. Hewl dide ku temaşevanan ji nû ve li ser têgihên wek etîk, wijdan, pêşdarazî û berpirsyariya takekesî bifikirin. Fîlm li şûna ku bersivên teqez bide, gumankirin, pirsyarkirin û pirsîna pirsên rast teşwîq dike. Pêvajoya nîqaşa endamên lijneyê, girîngiya dûrketina ji pêşdaraziyan û hilgirtina berpirsyariya wijdanî ya di dema biryardanê de derdixe holê. Fîlm, bi vegotina xwe ya tîr a ku di mekanekî teng de ava kiriye, têgihên exlaq, etîk, pêşdarazî, wijdan û dadmendiyê bi kûrahî datîne ber temaşevanan ji bo nîqaşê. Bi vî aliyê xwe, fîlm bi vegotineke sînematîk a bibandor e ku nîşan dide ku dad, bi pêvajoyeke nirxandinê ya ji pêşdarazan paqij, aqilmend, wijdanî û etîk pêkan e. 

Her wiha wek endamê 8emîn, helwesteke sincî, carinan wêrekiya tenêmayînê dixwaze: ku mirov ji bandora desthilatdarî û piraniyê xwe rizgar bike, zexta derdorê bide ber çav û li wijdanê xwe guhdarî bike û wisa gotina xwe bibêje.