11 sal in bersûcê komkujiya Enqereyê serbest in
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Îshak Kocabiyik ku yek jî şahidê komkujiyê bû û gelek hevalên xwe di komkujiyê de windakir, di salvegera 11emîn a komkujiyê de destnîşan kir ku tevî bersûc diyarin jî lêpirsîneke bi bandor nehatiyê destpêkirin û got: "Heke agahiya dewletê nebe ne pêkan e ew komkujî pêk were."

Mahmut Altintaş
Di 10ê Cotmeha 2015an de bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Odeya Mîmar û Mihendîsên Tirk (TMMOB), li Qada GARê ya Enqereyê mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hat li darxistin. Dema girse ji bo mîtîngê li qadê kom bû, ji aliyê endamê DAIŞê ve êrişeke teqînê pêk hat. Di encama êrişê de 104 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî komkujiyê 11 salin daxwaza edaletê ya malbatên qurbaniyan berdewam dike.
Piştî komkujiyê lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin. Tevî belge, dimen û delîlan jî ji aliyê hiqûqî ve gaveke şênber nehat avêtin û doza komkujiyê bi salane didome. Di dosyaya komkujiyê de tenê 2 bersûc girtine û 14 bersûcên komkujiyê jî fîrarî ne. Tevî daxwaza malbat û parêzeran jî 15 bersûcên fîrarî ku piraniya wan tê zanîn li ku ne nayên girtin û radestî Tirkiyeyê nayên kirin. Di danişîna dawî ya 25ê Îlonê de jî biryareke ku daxwazên malbatan bi cih tîne nehat dayin û di danişîna ku 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat li darxistin de dadgehê biryar da ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û danişîn taloqî 3ê Kanûna 2026an kir.
Ji bo faîlên komkujiyê bên dîtin û cezakirin malbatên qurbaniyên Komkujiyê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê ava kirin. Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê ji bo bersûcên komkujiyê bên dîtin û edalet pêk were 11 salin têkoşîna xwe didomînin. Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Îshak Kocabiyik ku di komkujiyê de birîndar bû, û gelek hevalên xwe di komkujiyê de windakir di salvegera 11emîn a komkujiyê de ji rojnameya Azadiya Welat re axivî.
Di ser komkujiyê re 11 sal borîn. Ji bo edalet pêk bê di aliyê darazê de gavên çawa hatin avêtin? Edaletê çiqas cihê xwe dît? Ku edaletê cihê xwe nedîtibe çima?
Tevî ku bersûc diyarin jî 11 salin edalet pêknehatiye. Di sala 2018an de derbarê bersûcan de cezayê muhebata giran hat dayin. Lê ew nayê wê wateye ku edalet pêkhatiye. 2 bersûc hatin girtin lê 14 bersûc fîrarî ne. Komkujiyeke ew qas mezin ne pêkan e ku çend DAIŞiyan plan kiribe. Divê piştperdeya komkujiyê derkeve holê. Baskên vê yên nava dewletê kî ne kê alîkariya van kiriyê divê derkeve holê. Heke baskên vê komkujiyê di nava dewletê tune bin û alîkariya van nehatibe kirin ne pêkan e ku komkujiyeke bi vî rengî bikin. 11 salin em jî ji bo piştperdeya vê komkujiyê derkeve holê têkoşîna xwe didomînin. Niha 14ê fîrarî hene di dozê de. Dewlet jî dizanê ew kî ne. Derbarê hin kesan de jî tê gotin ku hatine Tirkiyeyê û tedawî bûne. Lê tevî vê yekê jî lêpirsîneke bi bandor nehatiye destpêkirin. Ji bo komkujiyên bi vî rengî neyên kirin daxwaza me jî ew ê ku lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin."
Li gorî we bersûc diyar in. Çima lêpirsînek bi bandor nehatiye peşandin? Hûn edaleteke çawa dixwazin?
Tevî bersûc diyarin jî lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin. Me di pêvajoya darizandinê de jî dît ku komkujî di 10ê Cotmehê de bi dawî nebû. Ew komkujî bi nêzikatiya li dijî me re berdewam kir. Hem helwesta dadgehê ya li dijî me, hem zextên em bi pê re rû bi rû man û hem jî pêknehatina edaletê nîşanî me da ku ew komkujî berdewam dike. 11 sal ne demekê kin e. Malbatên me tevî berf, baran û sermayê li çar aliyên welat tên dozê dişopînin û daxwaza edaletê dikin. Me cenazeyê 104 hevalên xwe şand 49 bajaran. Yanî hema bêje hemû bajaran cenazeyê hevalên me hene. Em edaletê dixwazin. Edalet ne tenê cezayê hepseyê. Ji bo komkujiyên bi vî rengî rû nedin pêkanîna edaleteke rast û mayindeyê. Em di pêvajoya darizandinê de dît ku dewlet dixwazê li ser vê kokujiyê por bike. Em li dijî vê yekê jî têkoşiyan. Piştî komkujiya 10ê Cotmehê li gelek deveran komkujî pêkhatin. Piştî 10ê Cotmeha 2015an welat ket nava taritiyeke. Zext û tundiyên desthilatê li dijî civakê zêdetir bûn. Tiştekî ku nehat serê me nema. Temelê vê rejîma zextkar û otoriter jî di wê dîrokê de hat ava kirin."
Bi êrîşê û komkujiyê nexwestin kesên aştiyê dixwazin bên cem hev. Bi van komkujiyê çiqas dikarin rê li pêş têkoşîna ji bo aştiyê bigirin. Hewldana we ya ji bo aştiyê çiye?
Daxwaza me ya aştiyê ji wê rojê heta niha berdewam dike. Wê demê jî pêdiviya aştiyê pir mezin bû. Ji aliyekî vê êrişên li dijî Kobanê û êrişên DAIŞê daxwaza aştiyê hebû. Bi daxwaza aştiyê me di 10ê Cotmehê de ew mîtîng li darxist. Yek jî sedema komkujiyê daxwaza li dijî aştiyê bû. Bi komkujiyê nexwestin beşên cuda yên civakê ji bo aştiyê werin rex hev. Ew daxwaza aştiyê bingeha daxwaza me ya edaletê ye. Em tenê ji bo 104 hevalên xwe ne di heman demê de ji bo pêşeroja 10 salan ku ji me hat dizîn jî têdikoşin. Wê demê jî masayek hebû. Piştî ew masa hat hilweşandin em bi van komkujiyan re rû bi rû man. Mixabin me nekarî hilweşîna masayê asteng bike. Lê îro jî em qala pêvajoyeke dikin. Em vê pêvajoyê pir girîng dibinin û ji bo aştiyê çi ji destê me were em ê bikin. Lê em dixwazin vê ji berpirsên dewletê bipirsîn; Madem dîsa pêvajoyeke destpêbikira wê çi ma ew masa hilweşandin. Em dixwazin berpirsên dewletê bersiva vê pirsê bidin. Ji ber ku bersiva vê pirsê ji bo pêvajoya niha bi aştiyeke mayindê encam bigirê pir girîng e. Heke di vê pêvajoyê de hevrûmayineke bi vî rengî çênebe dê kemasiyeke mezin bibe.
Bandora avakirina komeleyê li ser malbatan çiye. Komele ji bo malbatan xizmeteke çawa dike?
Min gelek hevalên xwe di komkujiyê de windakirine. Ji bo me pir giran bû. Me rêhevalên xwe yên bi salanê em bi hev re ne winda kir. Piştî me ew komele ava kir kesên me qet nas nedikir re me êşên hev parvekir. Em bûn malbateke mezin. Weke komelê em bi malbatan re nava piştgiriyê de ne û alîkariya hevalên xwe yên ku birîndar bû ne dikin. Lê helbet êş nayê ji bîr kirin.
Ji bo edalet pêk bê daxwaza we ya sereke çiye? Têkiliya vê komkujiyê û rayedarên dewletê çiqas bi hevre heye?
Daxwaza me ya sereke ew ê ku ew komkujî weke komkujiyeke li dijî mirovahiyê pêkhatiye were pênasekirin û bersûc bên cezakirin. Ji bo edalet pek were û têkoşîneke hevpar bê meşandin jî em bang li partî û saziyên demokratik dikin. Heke agahiya dewletê nebe ne pêkan e ew komkujî pêk were. Hat hîn bûn ku yên ew komkujî kirinê û komkujiya Pirsûsê kirinê di bin şopandina emniyetê de bûnê. Ji bo wê jî divê derbarê wan de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Ji bo wê jî teqez divê piştperdeya vê bûyerê derkevê holê. Ji aliyê din vê jî divê berpirsên siyasî jî bên darizanin. Wezaretê Karên Navxweyî yê wê demê, wezaretê dadê û Serokwezîrê wê demê berpirsên siyasî ne. Em dixwazin ew berpirsên siyasî derkevin holê. Hin bersûcên komkujiyê di destê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn. HSDê gelek caran xwest van radestî Tirkiyeyê bike lê Tirkiye qebûl nekir. Piştrê hinek revîn û niha jî tê zanin li ku ne. Ji bo girtin û darizandina van bêrsûcan divê lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin. Her wiha me dozên tazmînatê vêkirinê. Ew doz me ji bo berpirsyariya dewletê be tecil kirin vêkirin. Lê dewletê ew doz li dijî me bi awayekî ku me bê îtÎbar bike bikaranî. Yanî hin caran hejmara tazmînatê mezin dît û hin caran jî tazminat neda. Divê dev ji vê bê îtîbarkirinê berdin. Helbet daxwaza me ya mezin jî aştiyeyê. Çawa wê demê daxwaza aştiyê em hemû anîn cem hev divê niha jî ji bo ew pêvajo bi awayekî serkêftî encam bigirê em dîsa werin rex hev.


