1001 îmzekar ji bo aştî kom bûn

Îmzakarê 1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê: Ji bo aştiyê em hatin gel hev

•
1 deqe xwendin
1001 îmzekar ji bo aştî kom bûn

Ozan Demîr 

Îmzakarê “1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê” Cîhan Çelîk derbarê îmzaya xwe de diyar kir ku hemû beşên civakê ji bo aştiyê hatine gel hev û got: "Em aştiyê dixwazin û dibêjin em li vir in."

Derbarê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de xebatên her beşên civakê didome. Bi xebatan tê xwestin ku pêvajo di nava civakê de belav bibe, gel xwe bi rêxistin bike û zextê li ser desthilatdarê bike ku ji bo aştiyê gav biavêje. Li Stenbolê di 12ê Îlonê de bi pêşengiya jinan, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, karker û ciwanan deklarasyona “1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê” hatibû aşkerekirin. Bi îmzayê hatibû xwestin ku êdî şer bi dawî bibe û gavên demokratîkbûyînê werin avêtin.

Yek jî îmzakarên deklarasyonê hunermend Cîhan Çelîk ji Ajansa Welat re axivî.

'Bi komara demokratik dê çareserî pêk werê'

Cîhan Çelîk diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê û wiha axivî: "Ez dixwazim ev pirsgirêk bi aştiyê re pêş ve here. Xwişt û biratî pêş bikeve û azadî pêk were. Herkes bi zimanê xwe azad bijî. Ez dixwazim li welatekî ku aştî heye bijîm. Ez dixwazim ku bi zimanê xwe azad bijîm. Herkes jî wisa azad bijîn. Îro di nava gel de polîtîkayên bişaftinê heye. Bi milyonan kurd nikarin zimanê xwe biaxivin. Heke welatekî azadî hebê dê pirsigirêken me jî çareser bibe. Bi komara demokratik jî dê çareserî pêk were."

'Bi aştî û azadiyê her tişt dê çareser bibe'

Cîhan Çelîk destnîşan kir ku her beşên civakê ji bo aştiyê di nava 1001 îmzayê de hatine gel hev û wiha bi lêv kir: "Ev 50 sal e şer heye. Bi hezaran kes hatin kuştin û koçber bûn. Dewlet şerekî qirêj meşand. Ji bona wê jî ez dizanim ku bi şer ev pirsgirêk çareser nabe. Bi aştî û azadiyê her tişt dê çareser bibe. Tevahî beşên civakê Kurd, Elewî, Êzidî jî şer naxwazin. Hev hatina me jî ji bona wê ye."

'Em aştiyê dixwazin û dibêjin em li vir in'

Cîhan Çelîk anî ziman ku ev pirsgirêk pirsgirêkekî dirêj e û ev tişt got: "Ji bona wê çareserkirina wê hinek zehmet e. Li çar aliyê me şer heye. Li Rûsya, Îran, Filistin û Sûriyeyê şer heye. Ji bona wê xwestina aştiyê gelek girîng e. Di nava me de lîstîk hene. Bi van lîstîkan dixwazin me bikişînin aliyekî. Heke welatê me jî demokratik bibe dê pirsgirêken me ji paş ve bimîne. Ji niha şûnve jî dê xebatên me bidome. Daxwaz û armanca me jî bi dawî kirina şer e. Ez Kurmancê Elewî me. Îro di nava Elewiyan de tê xwestin ku alozî derxin. Hin aliyek hene ku dixwazin Elewî di nava pêvajoyê de tune bin. Em aştiyê dixwazin û dibêjin em li vir in."