Zindana Amedê û gul-çîçekên hikûmetê

Her diçe li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêdetir dibin. Erdogan di serdana xwe ya Amedê de behsa Zindana Amedê kir û wiha got: “Ez ê mizginiyekê bidim we.

•
6 deqe xwendin
•Editoryaya Beşa Çandê
Zindana Amedê û gul-çîçekên hikûmetê

Her diçe li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêdetir dibin. Erdogan di serdana xwe ya Amedê de behsa Zindana Amedê kir û wiha got: “Ez ê mizginiyekê bidim we. Em ê Zindana Amedê ku berê bi zilm, îşkence û kiryarên dermirovî navdar bûbû vala bikin û wekî navendeke çandî ji nû ve saz bikin.” Ev yek diyar dike ku di navbera kiryar û gotara hikûmetê de nakokî hene. Kiryar ev e hê jî li girtîgehan îşkence û zilm û binpêkirinên dermirovî hene. Gotar, zindan û gul-çîçek.

Duh û îroya AKP û Erdogan

Hikûmeta AKP’ê ev 20 salî zêdetir in hewl dide bîra heyî ya gel û girseyên Tirkiyeyê veguherîne. Destwerdana AKP’ê di şexsê Erdogan de xwe dide der. Hikûmet û Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên heyî tim hikûmet û rêveberiyên berî xwe rexne dikin, wan ji xwe re dikin hedef. Ev rêgezeke siyasetê ye, qanûna modernîteya kapîtalîst bi xwe ye. ‘Ji bo hebî divê tu yên berî xwe înkar bikî’. Qanûn ev e. Ev 20 sal in Erdogan û cimaeta xwe, vê qanûnê, mîna toqekê di stûyê xwe de digerînin. Hema tu hê devê xwe venakî ew dibêjin ‘Tirkiyeya Kevin’, ‘Nedihiştin jinên bi çarik têkevin meclisê’, ‘dîn ketibû nav dest û pêyan’, ‘kurd dihatin înkarkirin’ û wisa dirêj dikin tu dibêjî qey ku biaxivin dê sê rojan berdewam bikin. Helbet Tirkiyeya Nû ya wan bû û ev bûyer qet tê de tune bûn.

Demekê li zanîngehan (ya Mêrdînê) jî propagandaya Tirkiyeya Nû dihat kirin. Di holekê de, du heb monîtoran dabûn hemberî hev û di her duyan de jî Tirkiyeya Kevin bi ya Nû re dihat berawirdkirin. Me gotibû ev qanûnek e siyasetê û modernîteya kapîtalîst e. Bi rastî jî wisa ye, di gelek biwar û biyavên ku di bin xizmetguzariya kapîtalîzmê de ne, ev qanûn hatiye tetbîqkirin. Ji edebiyatê bigire heta hunerên dîtbarî, ji bizav û rêxistinan bigire heta pergala rêveberiyê, şopên vê qanûnê hene.

Ditirsin biçin

Em dîsa bên ser meseleya xwe, yanî em dîsa behsa Erdogan û AKP’ê bikin. Desthilatdarên ku du cara desthilatdarî bi dest xistine êdî hewl didin ku fehm ûferaseta xwe li nav civakê bidin rûniştandin. Em şênber biaxivin: “Pergala dewletê pergaleke wisa ye ku di navbera hikûmet û civakê de mîna lihevkirinekê, mîna peymanekê tevdigere. Ka em bifikirin, AKP di sala 2002’an de bi dengekî zêde bû desthilat. Lê heke di hilbijartinên giştî yên di sala 2007’an de bi ser neketa dê rewşa Tirkiyeyê çawa bûya? Yanî em ne remildar û pîldarên siyasetê ne lê ev hizirandineke maqûl û pêwîst e. Binihêrin polîtîka û kiryarên AKP’ê yên di navbera 2002-2007’an de hemû polîtîkayên yekcarî bûn. Yanî AKP’ê rûyê xwe yê rasteqîn, fehm û feraseta xwe ya esîl wî çaxî neda der. Wî çaxî, kêm be jî di navbera gotar û kiryarê de hevsengiyek hebû. Hemû xizmetên ku dikirin jî di vê çarçoveyê de bûn: “Erê em bûn desthilatdar lê ne diyar e ku em ê di hilbijartina din de jî bi ser bikevin.” Li gorî vê jî tim li ser kursiyên xwe diqirqiçîn, yanî ditirsiyan ku dê sibehê biçin. Hemû hikûmet wisa ne lê di eslê xwe de ev tirseke tirkan a sereke ye ku hê jî ditirsin; kurd dê rabin berdin wan cardin wan bişînin nav çolterên Asyaya Navîn.

Star ne tê de ne jî pê re maye

Lê wisa nebû, AKP di hilbijartinên 2007’an de cardin bi ser ket û bi ser de jî vê carê dengên xwe zêdetir kiribû. Aha di vir de divê em qasekî vehesin. Me gotibû ku AKP’ê di 5 salên xwe yên ewil de feraset û hişmendiya xwe ya îslama neolîberal li ser civakê nesepand; amadehî dikir lê wisa bê dil, bi tirs tevdigeriya. Her tişt li holê ye. AKP’ê hikûmet û rêveberiyên berî xwe rexne kir û wisa derkete qada hilbijartinê; AKP’ê soz da civakê, hêviyên civakê yên aborî, yên civakî teze kir û wisa alîgirên wî zêde bûn. Herî zêde jî meseleya kurd û çareseriya wê ji xwe re kir stargeh û bi vî teherî di hilbijartinan de bi ser ket. Hişmendiya AKP’ê ya ku xwe dispêre qanûna modernîteya kapîtalîst hişmendiya tasfiyekar e. Piştî di hilbijartinên 2007’an de bi ser ket, dest bi endazyariya xwe ya civakî kir. Hêdî hêdî Tirkiyeyeke nû derdiket holê. Jixwe êdî hikûmet jî ne virnî bû. Çavdêrî,danehevên wî yên 5 salan gelek alîkariya wê kirin. Hema nimûneyek: Di serdema AKP’ê de jinên bi çarik zêde bûn, bûn wezîr, lê vê carê jinên sekuler bûn hedef. Kê kir? Cinên AKP’ê kirin qey! Îro AKP mîna zarokekî nehs ê ku di lîstikan de dexeliyan dike, di şexsê hemû jinan de jî bi Peymana Stenbolê lîst.

Di 2007’an de, piştî hilbijartinên giştî AKP’ê hewl da ku di Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê de hin guhertinan bike. Di serî de AKP’ê xwest ku serokkomarê Tirkiyeyê jî bi dengên gel bê hilbijartin. Her wiha êdî hilbijartinên giştî dê ji çar salan carekê bihata kirin û di hinek waran de jî destûr guherî. Hikûmeta AKP’ê piştî ku li Tirkiyeyê zêdetirî dengan bi dest xist û bawer kir ku dê ev yek heta demeke dirêj jî wiha bidome, rabû dest bi referandûman kir. Ya rastî di wê serdemê de ji bo hemû hikûmetên cîhanî yên muhafazakar referandûm bûbûn pêlîstokê siyasî.

Hentrîka referandûman

Referandûm tiştekî baş e, yanî di bingeha xwe de tiştekî baş e, heke di nav aliyên siyasî de lihevkirinek çênebe –qenebe bi piranî wisa ye– tu li gel dişêwirî û gel tev li biryarên rêveberiyê dikî. Lê belê heke li cihekî tim referandûm hebe li wir pir zêde nakokî jî hene. Ev ne tezeke sosyolojîk û felsefî ye, çavdêriyeke mirovî ye. Ka em wiha çavekî lê bigerînin: Di seranserî dîroka Komara Tirkiyeyê de heta niha 7 heb referandûm çêbûne; 1961, 1982, 1987, 1988, 2007, 2010, 2017. Serdemên ku referandûm çêbûne serdemên kaosê yê Tirkiyeyê ne. Her du referandûm ewil di nav şert û mercên darbeya leşkerî de çêbûne. Ya 1987’an jî girêdayî guherandina destûra desthilatdariya darbeyê çêbûye. Ya 1988’an jî ji bo hilbijartinên pêşwext çêbûye. Lê herçî her 3 referandûmên dawî ne ew yên serdema hikûmeta AKP’ê ne. Ji hêla teşe û rêbazê ve mîna referandûmên siyasî ne, lê ji hêla naverokê ve mirov dikare bibêje ku li ser xeteke leşkerî-siyasî ye. Ev tê çi wateyê? AKP’ê ji bo serdema xwe rêbazeke Dinyalika Nû (New World) bi kar anî; ‘leşkergeriya siyasî’. Yanî leşkeriya di siyasetê