Xaça Sor peyamên girtiyên Sûriyeyî gihandin malbatên wan
Şandeya ji Xaça Sor peyamên ji girtiyên Sûriyeyî yên li girtîgehên Iraqî gihandin malbatên wan.

Şandeyek ji Komîteya Xaça Sor derbasî gundê Mozan ê rojhilatê Dêrazorê bû, peyam û agahiyên ji girtiyên Sûriyeyê yên li girtîgehên Iraqê gihandin malbatên wan. Ew kes bi tawana tevlêbûna çeteyên DAIŞê hatine girtin. Di dawiya 2025an de bi çavdêriya hêzên Amerîkayê ew girtî ji navendên girtinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birin Iraqê. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand ku ji çend mehan ve daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe û zelalkirina rewşên wan ên qanûnî û mirovî dikin.
Di 5ê Tebaxê de bi dehan malbatan li bajarokê Xeranîc ê gundewarê Dêrazorê çalakî li dar xist û ji rêxistinên navneteweyî xwest ku destwerdanê bikin, çarenûsa xizmên wan nas bikin.


