WHO: Şewba Ebolayê ya li KDKê ji kontrolê derdikeve

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku rîska belavbûna navneteweyî ya şewba Ebolayê ku li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) belav dibe di asteke bilind de ye.

•
1 deqe xwendin
WHO: Şewba Ebolayê ya li KDKê ji kontrolê derdikeve

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (World Health Organization/WHO) ragihand ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê "ji kontrolê derketiye" û rîska belavbûna navneteweyî di asteke bilind de ye. Li gorî daneyên WHOyê hat diyar kirin ku virûs heta niha derdora 5 hezar kesî bandor kiriye û bûye sedema mirina bêtirî 2 hezar û 300 kesî. Di daxuyaniyê de herwiha hat qeydkirin ku şewb li 55 herêmên tenduristiyê yên li eyaletan belav bûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şewba heyî duyemîn şewoba Ebolayê ya herî mezin a heta niha ye û ji şewbên berê leztir pêş ve diçe. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Kêşeyên ewlehiyê yên li herêmê, tevgera nifûsê û tevgera zêde ya mirovan a li ser rê, çem û herêmên madenê di belavbûna şewbê de bibandor dibin. Binesaziya kêm a tenduristiyê û derengmayîna midaxaleyê ya li herêmên ku hebûna dewletê tê de qels e, kontrolkirina bibandor a şewbê dijwar dike."

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî şewbê de wê bi nirxê 2,5 mîlyon euroyî kîtên testa Ebolayê bişîne. WHO û hevkarên wê jî hewl didin ku xizmetên tenduristiyê nêzîkî civakên ku ji şewbê bandor bûne bikin. Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku taksiyên motosîkletê yên ku di veguhastina nexweşan de tên bikaranîn, di sîstema şopandina têkiliyan û çavdêriya nexweşiyê de cih bigirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku der barê dema kontrolkirina şewbê de tu dîrok nikare were diyarkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê Samuel Roger Kamba got ku di qonaxa yekem a nexweşiyê de nîşanên sivik ên wekî agir û êşa serî tên dîtin, ev jî dibe sedema derengmayîna teşhîsê. Kamba diyar kir ku nexweş berî ku giran bibin di nav civakê de digerin û virûsê derbasî yên din dikin û got ku WHOyê jî ragihandiye ku hinek nexweş bêyî ku bikevin lîsteya kesên di têkiliyê de ne jî, jiyana xwe ji dest dane.