Şandeya Îmraliyê: Ocalan û rêveberên tevgerê hevdîtin nekirine

Heyata DEM Partiyê der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan û pêşengên tevgerê teqez hevdîtin nekirine.

•
1 deqe xwendin
Şandeya Îmraliyê: Ocalan û rêveberên tevgerê hevdîtin nekirine

Endamê Şantdeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mithat Sancar, endamê Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Aktaş û siyasetmedar Gulten Kişanak, der barê geşedanên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li otelekê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de gelek rojnameger amade bûn. Nûnerên şandeyê ewil diyar kir ku pêvajo gihiştiyê asteke hiqûqi û di demên dirokî de derbas dibin. 

Endamê Şandeyê Mithat Sancar pirsên rojnamegeran bersivand û anî ziman ku di hevdîtinên dawî yên li Îmraliyê hatine kirin de ji bo çêk berdanê bangawaziyeke nû nehatiyê kirin û got: “Brêz Ocalan heta vê demê ji bo pevajoya bê çêkkirinê misyoneke girîng girt ser xwe. Ji niha şûn ve şopandina bê çêkkirirne ji aliyê desteyan û bin desteyan ve dê bêne kirin.”

Mîthat Sancar anî ziman ku ji bo plansazîkirina bê çêkkirinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nav dan û standinê de ne û li ser vê mijarê plansaziyên ji wan re hatiye aşkerekirin nîne û wiha berdewam kir: “Ji vê şûn de li ser vê mijarê saziyên fermî yê agahtarî bikin.”

Mithat Sancar di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku Desteya Şopandin û Tespîtê civîna xwe ya yekemîn li dar xist û got: “Desteyên ku li bin vê desteyê bixebitin rê û rebazên wan hêj ne diyar in. Ya herî zêde tê meraqkirin Bin Desteya Kordînasyona Bêçêkkirin û Stratejiyeyê dê çawa xebatên xwe bimeşîne. Ew deste ji bo pêvajoya bê çêkkirinê xebatên xwe bimeşinê. Lê em hêj nizanîn ka ew destê dê çawa xebatên xwe bimeşîne.”

‘Rista Abdullah Ocalan dê çawa be?’ 

Mîthat Sancar li ser girîngiya bi cih girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji vê bin desteyê de sekinî û ev agahî dan: “Bi rastî jî Birêz Ocalan ji van pêvajoyan de misyonekê jiyanî digre. Ji bo vê jî divê Birêz Ocalan di bin van desteyan de peywir bigire. Yê ku vê diyar bike desteya ser e. Yê misyonekê çawa bigire ew e bê diyarkirin. Nêzîkatiyeke bi vê rengî heye ku hemû kes dibejê divê ew misyonekê wiha bigire. Em dixwazin ku Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de çalak be û misyona vê bê pênasekiririn. Ew mijar rojên pêşiya me de dê bê diyarkirin. Pêvajoyekê ew qas dijwar de divêrêya rêvebirinê bê vekirin.”

‘Ocalan bi endamên tevgerê re hevdîtin nekiriye’ 


Mîthat Sancar der heqê agahiyên ku ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di avahiya nû de ye’ derewand û got: “Ev ne rast e. Hê ji bo xebatê şert û mercên bi rêk û pêk tune. Hevdîtin di eyvanekê berfirehtir de tê kirin. Lê Birêz Ocalan li cihê xwe yê berê dimîne. Li gor hewcedariya divê ew biguhere. Sekretarya an jî hevalên ji pê re bixebitin divê were zelalkirin.”

Mîthat Sancar li ser listîna girtekên Îmraliyê jî agahî parve kir û ev agahî dan: “Li Îmraliyê rêveberên PKKê û Birêz Ocalan teqez hevdîtin nekirine. Vê yekê hem Birêz Ocalan aşkere kir hem jî endamên tevgerê. Dîsa reyadarên dewletê jî ew wiha aşkere kirin. Divê Birêz Ocalan bi her kesî re hevdîtinê bike ku mijarên bi vê rengî dernekevin holê. Ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe em nikarin ji her tiştî aşkere bikin. Dema ku hewce dike em radigihînin.”

‘Di desteyê de hê kêmasî hene’

Gultan Kişanak jî bi lêv kir ku yek jî kemasiya desteyê ew e ku bi tenê burokrasiya dewletê pêktê û got: “Rewşa Birêz Ocalan a li Girava Îmraliyê, saziyên dewletê yên tekildarî bi dawîkirina pevçûnê û hemûyan rol û berpirsyariyeke wan heye. Divê em jî piştgiriyê bidin ku ew pêvajo bi serkeftî encam bibe. Kesên di vê qanûnê de sûd bigirin hene. Parêzerên wan hene. Ji bo wê divê saziyên hiqûqê, baro û sendîka jî tevlî bibin û piştgiriyê bikin. Her wiha divê jin jî cih bigirin û bikarin gotina xwe bejin. Avakirina aştî û civaka demokratik teqez bi jinan pêkan e.”

Kar û xebatên sekreteryaya Îmraliyê

Çetîn Arkaş jî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê rol û misyona sekreteryaya Îmraliyê de agahî dan û got: “Saleke ku em ji girtîgehê derketine. Hevalekî hesab kiribû. Me hezar kîlometre qedandiye. Em li qadan ji bo serkeftina pêvqajoyê fikren xwe tîninê ziman. Em civînên gel li dar dixînin. Em bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan dikin. Em van hemû civînan ji bo vegotina pêvajoyê dikin. Fikarên gel hene lê hevî jî heye. Abdullah Ocalan 27 salin li giravekê ye û nikare ji civakê re dan û standinan bike. Hin caran dimen û wêne hatin parvekirin. Hin caran jî nêrînên wî yên di hevdîtinên heyetê de hat parve kirin. Gel li ser vê yekê çi dibêje, çawa dinêrê û jiyana li Îmraliyê çawa ye, rewşa tenduristiya birêz Ocalan çi ye. Li ser vê yekê alaqa û meraqa gel heye. Em jî li ser vê yekê li her derê digerin û ji gel re pêvajoyê vêdibêjin. Ew alaqayaji bo Serok Ocalan e. Em jî di wê ferqê de ne.”

‘Divê beriya qanûn be sepandin girtiyên nexweş ben berdan’

Gultan Kişanak diyar kir ku qanûna çarçoveyî dê bandor li ser sed hezaran dosyayên derbarê PKKê de hatinê vekirin bike û wiha dirêj kir: “Tê payin di nava 2 mehan de qanûn be sepandin. Ji bo qanûn bikevê meriyetê karen werin kirin diyar e. Heke mekanizma bên bikaranîn û sepandin bi lêz be kirin di nava 2 mehan de qanûn dê be sepandin. Lê divê demildest beriya li benda vê qanûnê bimînin girtiyên siyasî ben berdan. Ew qanûn dê be sepandin.”

Rewşa HSDê û PJAKê

Mithat Sancar jî li ser rewşa PJAKê nirxandin kir û got: “Daxuyaniya Mazlum Ebdî pir girîng bû. Pêvajoya li wir û pêvajoya li vir cuda nayê destgirtin. Entegrasyona demokratik ne wateya dev jî destkeftiyan berdin û bihêlin. Heke pêvajoya dîaloge û entegrasyona demokratik bikevê dewre rewşeke bi vî rengî dikare li Îranê jî pêk were.”

Gultan Kişanak jî li ser fesîha HSDê diyar kir ku Kurd dê bi mafê xwe yê ziman bi awayekî wekhev tevlî rêvebirina Sûriyeyê bibin û got: “Ew yek girîng e. Wêneyê li Şamê nişan dide ku çareseriya pirsgirêkan li Enqereyê, Şamê, Tehranê jî heman e. Çareserî ew ê ku tu kes li dervê nemînin û tevlî rêvebirinê bibin. Ew yek dikare pêşiya pêvçûnan bigire.”