Rêwîtiya bîra sînemaya kurd/Kurdistanê-2

Zext û sansûr carna wekî sînemaya Îranê di sînemeya kurdî de jî “estetîka sansûrê" diafirine. Lê belê wezareta çandî û mekanîzmayên fonê yên li gorî hin saziyên sivîl têşe digire, dibe sedem ku sînemaya kurdî xwe “kedî” bike.

•
1 deqe xwendin
Rêwîtiya bîra sînemaya kurd/Kurdistanê-2

Di navbera fon û xwesansûrê de sînemaya kurdî

Veysî Altay

Otosansûra ku sînemagerên kurd dema li Tirkiyeyê serî li fonên wezareta çandê didin dijîn mijareke berfireh e. Amûrên bîrdoziya netewe-dewletê û mekanîzmayên fonan ên civaka sivîl, li gorî berjewendiyên xwe hilberînên sînemayê di bin kontrola xwe de digire. Di vê çarçoveyê de fona wezaretê, bi taybetî ji bo sînemagerên kurd amûreke kontrol, tundî û zextê ye ku wan neçar dike di nav sînorên zimanê serdest de bimînin. Ev rewş, sînemaya kurdî mehkûmî tengasiyeke polîtîk a di navbera zexta sazûmaniyê ya sansûrê û mekanîzmayên hundirînkirî yên di otosansûrê de dike.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê hilberîneke serbixwe ku ji aliyê derhênerên çîrokên alternatîf ên derveyî sîstemê ve ava dikin gelek zehmet e. Fonên wezareta çandê, her çend ji bo kişandina fîlmekî wekî çavkaniya herî mezin û "biprestîj" bê nîşandan jî, di rastiyê de wekî astengiyeke gewre li ber sînemaya kurdî disekine.

Xêtên sor ên nediyar û kedîkirina çîrokê

Otosansûra ku em behs dikin ji aliyê pergalê ve bi awayekî xeteke sor a nediyar derdikeve pêşberî me. Sînameger jî li gorî vê xetê bi zanebûn seneryoyên xwe sansûr dikin. Di vê pêvajoyê de gelek rêbazên otosansûrê derdikevin pêşberî me; têgihên polîtîk tên nermkirin. Travmayên rojane an jî dîrokî li cihê wek xwe bên ragihandin, li ser sembolan tên vegotin. Nasnameyên karektaran tên wendakirin. Çîrok ji rexneya sîstemê tê derxistin û li ser xirabiya ferdî tê vegotin. 

Mirov dikare vê rewşê weke "xiyaneta li rastiya xwe" şîrove bike. Hin sînameger bi hinceta “li cihê ku mirov rastiyê qet venebêje, hin aliyên wê nîşan bide an jî forma metaforîk vebêje baştir e” vê rewşê diparêzin. Lê belê li gorî me/li gorî min di dawiyê de ev tawîz, hêza vegotinê û dilsoziya wê ya li hemberî rastiyê tune dike.

Zext û sansûr carna wekî sînemaya Îranê di sînemeya kurdî de jî “estetîka sansûrê" diafirinê. Lê belê wezareta çandê û mekanîzmayên fonê yên li gorî hin saziyên sivîl têşe digire, dibe sedem ku sînemaya kurdî xwe “kedî” bike. 

Ji bo fon bên wergirtin hin senaryo têne guhertin, ev jî dibe sedema veguhastina kêm an jî berevajîkirî ya hafizaya civakî. Sembolîzma di sînemaya Îranê de, têkoşîna revandina rastiyê ya bidizî ya bo derve ye ku li hemberî rejîma totalîter a hundir tê meşandin; lê otosansûra bi meyla fonê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, weke parçekirina rastiyê bi destê sînemagerên kurd bixwe derket holê, da ku wê ji festîvalan, bazarê û dewletê re bikin tiştekî ku dikare bê pejirandin. Sînemagerên kurd li cihê ku xeyalên azad biafirînin, gava senaryoyê dinivîsin bi gumanên wek “Gelo juriya wezaretê dê vê çawa bixwîne?" an jî "Gelo ev dîmena ku me kişandiye dê li gorî dilê festîvalê be ku em ê jê re bişînin?" dinivîsin. Berhema ku derdikeve holê aliyê bihêz ê çîrokê tune dike û dibe sedem ku kûrahiya xwe ya hunerî wenda bike. Di encamê de di dest de tenê ew cure çîrok dimînin ku wezaret û festîvalên li Tirkiyeyê dikarin ji wan hez bikin; zêdetir sûc dibe sûcekî ferdî, hevkariya sûcî ya destilatdarê ji holê radibe. Yanî ji rastiyê tê dûrxistin, di encamê de di dest de vegotineke eklektîk ku li dijî rastiya xwe ye dimîne.

Ev “kedîkirin” ku ji aliyê fonên dewlet û civaka sivîl ve hatine afirandin, sînemagerên kurd neçar dike ku di navbera rasatiyê û dilxweşiya sîstemê de bimînin. Mixabin ev hilbijartin, piranî li gorî dilê sîstemê dide.

Fonên civaka sivîl û metirsiya yekrengbûnê

Dînamîkek wisa, di navbera saziyên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê û sînemagerên kurd de jî tê jiyîn. Nemaze ji bo sînemagerên ciwan ên kurd, saziyên civaka sivîl ên navend-Tirkiye di xala dîtina fonan de (piştî wezareta çandê) alternatîfa yekane ye. Lê belê çarçoveyên van fonan zêdehî li gorî “hesasiyetên wan ên polîtîk” an li gorî ajandayên wan an jî bendewariyên wan ên “durustiya polîtîk” dibe. Eger fîlmê ku tê kişandin bendewariyên saziya fon dayî pêşwazî neke an jî çîrok li gorî rastiyên saziyê bixwe (ku ev rastî piranî dibin sedema berevajîkirina çîrokê) neyê tewandin, xwedîderketineke saziyane ti carê çênabe. Bi gotina “Me pere da, fîlm qediya; navê me bi kar neyne, fîlm fîlmê te ye” hemû berpirsyarî dixin stûyê derhêner û fîlm radestî qedera wî dikin. Ev rewş, li cihê ku sînemagerên ciwan çîroka ku dixwazin bibêjin bi azadî ava bikin, dibe sedem ku ew ji bo girtina fonê senaryoyên xwe li gorî krîterên saziyan xeritandin (bi teşe kirin). 

Daxwaza dîtbarkirina fîlm bi her awayî (kêfxweşiya "bila fîlmê min derkeve"), derhêneran hêj berî ku derbasî qonaxa hilberînê bibin, dike dilxwazê avakirina mekanîzmayeke otokontrolê. Otosansûra li vir, ne tenê ji qedexeyeke rasterast a ji derve ve hatî ferzkirin an ji astengiyên burokratîk pêk tê; otosansûreke psîkolojîk, aborî û avahî ye ku ji tirsa "Eger ez vê mijarê bi vê radîkalîzmê an jî bi vê şêweyê bi kar bînim, ez nikarim fonê bibînim, nikarim bikevim hilbijartinên festîvalên neteweyî û navneteweyî an jî derfeta belavkirinê bi dest bixim" çêdibe. Ev rewş bi demê re vediguhere "çandeke otosansûrê" ya mayînde û cureyeke tewandina aliyê sîstêmê.

Em bi tespîta Steve Biko bînin ziman: “Zincîrên gelê ku mêjiyê wan hatibe kolekirin ti carê naşikên.” Aqilê mêtinger pêşî îradeya we destser dike, paşê jî ji we re dîkte dike ku hûn divê çawa bertekê bidin dijî vê desteserkirinê. Sînema û mekanîzmayên rexneya yên serdestan, berhemên sînemagerên kurd wekî xebatên estetîk û hunerî qebûl nakin. Ev refleksa serdest ku mafê çêkirina sînemayê ji kurdan re dibexşîne lê hewl dide sînorên wan diyar bike, her vegotina polîtîk-estetîk ku tê hilberandin, ji berê de wekî “propagandayî” îlan dike û marjînal dike. Wekî din, ev dorpêça hegemonîk gava ku ji sînemaya Kurdî di qalibên ku bixwe diyar kirine de berteka "malîkkirî" nestîne, vê hilberînê dixe nav bêdengiyeke mutleq, wê nediyar dike û vediguherîne polîtîkaya tunehesibandinê.

Zirara herî mezin ku ev mekanîzma dide sînemaya Kurdî, yekformbûna çîrok û estetîkê ye. Hewldana standina aferîna mêtingerê xwe ye. Ketina ber çavên wî û pejirandina ji aliyê mêtingerê xwe ve ye. Ji cihê rexneyên kûr ên ku ji hundir ve hatine hilberandin xweser in, rîska digirin û ezberan xirab dikin; karên ku ketine nav qalibên oryantalîst an jî ji bo gotinên politîk ên rûberî hatine daxistin ku saziyên fonê didin an festîval "dixwazin bibînin", tên hilberandin. Ev jî azadiya hunerî ya sînemayê û hêza nîşandana rastiya civakî bi hemû tazîtiya wê re berevajî dike. Rexneya ku di destpêkê de hatî ziman, tam ji ber vê yekê yek ji xitimînên herî mezin ên etîk û estetîk ên sînemaya kurdî ye.