Pişîka min

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka Mîkaêlê Reşîd a bi navê Pişîka Min çap kir û di çarçoveya kampanyekê de li zarokên kurd belav dike.

•
1 deqe xwendin
Pişîka min

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka Mîkaêlê Reşîd a bi navê Pişîka Min çap kir û di çarçoveya kampanyekê de li zarokên kurd belav dike. Weşanxane di çarçoveya kampanyaya bi navê “25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb” de 25 hezar pirtûk çap kir. Weşanxaneya Nûbiharê derbarê vê pirtûkê û xebatên ku li ser wê pêş xistine van tiştan dibêje: “Xwendevanên hêja; Ev kitêb cara ewil di sala 1965’an de li Yêrêvanê çap bû. Wê çaxê gelek zarokên kurdan yên ku dersa zimanê kurdî digirtin helbestên di nav vê kitêbê de ji ber kiribûn û kêfa wan jê re pir hatibû. Dema me di arşîvan de ev kitêb peyda kir, ji ber delalî û balkêşiya helbest û wêneyên di nav de, me got lazim e em careke din îcar bi tîpên latînî çap bikin û li xwendekarên dibistana navîn yên ku dersa kurdî ya hilbijarî wergirtiye, belav bikin. Loma me li gorî hejmara xwendekaran kampanyayeke bi navê “25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb” li dar xist û bi saya camêrî û dilsoziya xelkê xwe niha ji vê kitêbê 25000 heb çap û belav dikin. Di serî de rehmet