Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar anî ziman ku ev nêzikî 6 meh in ew li ser vê projeyê dixebitin û wiha got: “Em zanin kî bêglutenî tiştekî girîng e. Yên ku vê nexweşiyê dikişînin nedizanin, çolyak nexweşiyek e. Li Amedê 10-12 hezar mirov derdê vê nexweşiyê dikişînin. Rol û mîsyona me jî ew e ku em jî ji bo pêdiviyên welatiyan projeyên çêkin.
Serokê Komeleya Çolyakê Ekrem Varli jî bi tirkî axaftineke kurt kir û ji bo nexweşên çolyakê bal kişand ser girîngiya navendên bêgluten. Piştî axaftinan kurdeleyê Navenda Jiyanê ya Bêgluten hatin birîn û xwarinên bêgluten yên hatine amadekirin hatin peşkeşkirin.



