Mîhrîcana li Tetwanê 9 rojin didome
58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê 9 rojin didome. Îro mihrîcanê de bi bernameya stand-up a Ozcan Ateş, panela kûr a “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” û konsera muzîka cîhanî berdewam kir.

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê meşandin, 9 roj li pey xwe hişt. Di çarçoveya bernameya îro de, hunerhez li Salona Pêşangeha Fuarê kom bûn. Dîsa lîstika stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” ku ji aliyê lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş ve hat pêşkêşkirin, kêliyên bi coş dan jiyîn.
Piştî bernameya şanoyê, bala mîhrîcanê zivirî ser nîqaşên ziman û wêjeyê. Panela bi sernavê “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” ku moderatoriya wê ji aliyê rêvebira ARSÎSAyê Kezîban Çelebî ve hat kirin. Di panelê de lêkolîner û nivîskaran nirxandinên girîng kirin.
Mecît Sargut bal kişand ser dîroka nivîsandina wêjeya Kurdî û got: “Piştî Şoreşa Fransayê û derketina forma netewe-dewletê, lêkolînên li ser dîroka wêjeyê dest pê kirin. Miletên di nav Osmanî de dijiyan jî dest bi nivîsandina dîroka wêjeya xwe kirin. Cara yekem di derheqê dîroka wêjeya Kurdî de Emîn Fevzî di sala 1921an de pirtûka ‘Edîbanî Kurd’ nivîsî. Her wiha di salên 1860an de jî Mela Mehmûdê Bazîdî berhema ‘Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye’ amade kiribû.”
Mutîllah Dag peywendiya kûr a navbera ziman û wêjeyê analîz kir û got: “Mirov nikare ziman û wêjeyê ji hev bibrîne. Lewra ziman dar e, wêje fêkî û pelên wî ne. Eger ew dar bê pel û fêkî bimîne, dibe dareke hişk. Bingeh ziman e, lê wêje giyan û rihê wî zimanî ye.”
Nizamettîn Ozturk li ser awayên nivîsandinê yên di wêjeya kurdî de got: “Di nav wêjeya me de têgîna ‘maqale’ beramberî ‘gotar’ an ‘qûnçik’ tê bikaranîn ku di navbera wan de cudahî hene. Gotar bi temamî li ser zimanê Kurdî û xebatên zanistî, endezyarî û dahêneriyê lêkolînan çêdike. Divê kesê ku gotarê ava dike akademîsyen an jî pispor be.”
Li perava Gola Wanê şeva muzîkê
Di saetên êvarê de bernameya mîhrîcanê li Qada Çalakiyê ya Beravê bi konsereke mezin a muzîkê berdewam kir. Hunermend Serdar Canan û koma navdar Ardeshir Kamkar Ensemble derketin ser dikê û berhemeyên xwe yên bedew pêşkêşî gel kirin.
Sibê dawî ye
Di çarçoveya mîhrîcanê de sibê di roja dawî de tê payîn ku Koma Amed û hunermend Îlkay Akkaya derkevin ser dikê û dê mîhrîcanê bi konsereke mezin bi dawî bibe.


