Metîn Yoldaş: Ji ber kana zêr pêşeroj di bin xetereyê de ye

Metîn Yoldaş der barê kana zêr a li Giyadînê û qirkirina xwezaya Mûşê de got: “Polîtakaya qirkirina xwezaya Kurdistanê armanc dike ku gel ji axa xwe dûr bikeve û li metrepolan birçî, hêsîr, bêçare bimîne. Loma ji bo pêşeroja zarokên xwe, divê em destûrê nedin ku ax û ava me bê jehrîkirin.”

•
1 deqe xwendin
Metîn Yoldaş: Ji ber kana zêr pêşeroj di bin xetereyê de ye

Polîtîkayên qirkirinê yên li ser xwezaya Kurdistanê bi salane didomin. Di van projeyên ku tên pêkanîn de gelek gund ji şêniyan tên valakirin û xwezaya wê ji bo berjewendiyên hin kargehan tên qirkirin. Yek ji mînaka vê polîtîkayê madena kana zêr ya ku li gundê Molakara yê navçeya Giyadîna Agirî di hezîrana 2021an de hatiye destpêkirin e. Di çerçoveya vê kanê de heta niha 19 gunda hatine valakirin û bi dehan gund bi xetereyên giran re rû bi rû ne. 

Midûrê Projeyan ê Şaredariya Mûşê Metîn Yoldaş yê ku li Amedê tevli ‘Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê’ ya ku bi pêşengiya DBPê pêk hat bû û behsa qirkirina li ser xwezaya Agirî û Mûşê kir der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî. 

Midûrê Projeyê yê Şaredariya Mûşê Metîn Yoldaş der barê komxebata ku pêk hat de ev tişt anî ziman: “Em li ser taybetmendiyên bajarên Kurdistanê û pirsgirêkên ku li van bajaran tên jiyîn axivîn. Di komxebatê de bi taybet li ser dê kooperatîf û komunên çandinî û sewalkariyê çawa werin avakirin, hilberîn dê çawa were zêdekirin nîqaş hatin meşandin. Jixwe tê zanîn ku rewşa cotkaran ne baş e û hejmara wan her ku diçe kêm dibe. Me pirsî gelo ‘em ê çawa cotkaran ji nû ve bînin ser hilberînê’. Ji ber ku hilberîn pir girîng e û ji bo jiyanê tiştekî jêneveger e. Heta hilberîn nebe ev welat jî bi pêş ve naçe. Ji ber vê em li ser hilberîn, çandinî, av, enerjî û zeviyan zêde sekinîn. Tê zanîn ku desta Mûşê pir fireh e û ji bo çandiniya gelek berheman jî guncav e. Lê em dibînin gelek berhem ji derva û bihatir tên standin. Lê dema hilberîn li Mûşê be dê şeniyên Mûşê karibin rehettir xwe bigihînin berheman.”

Pêşeroj di xereterê de ye

Metîn Yoldaş di axaftina xwe de bal kişand ser kanên zêr û bikaranîna siyanûrê ya li Giyadinî û wiha got: “Ji mijdara 2025an vir ve Kargeha Turk Altin ku karê di kanê de ji Kargeha Koza Altin girtiye û di bin banê Fona Sermayeya Tirkiyeyê de cih digire heta niha 19 gundên Giyadînê daye valakirin û darên li heremê birîne. Ev kargeh di derxistina zêr de siyanurê bikar tîne. Madeya siyanurê ya ku zêr pê tê derxistin, madeyek pir jehrî ye. Dema ku ev made tê bikaranîn tev li avê dibe, edî bi tu awayî nikarin wê avê paqij bikin, loma ji bo her cure zindiyan pir xeter e. Di kana zêr de jî ev ava jehrî bandora xwe rasterast li ser Çemê Mûradê bike, ew yek jî xetereyeke mezin çêdike. Ev çem di nav deşta Mûşê re derbas dibe; ava vexwarinê, ya çandiniyê û ya jiyanê ya bi 39 gund, 5 bajerok, 2 navçe û navenda Muşê ji ava Mûradê tê dabînkirin. Her wiha, piştî Mûşê ev av digihêje Dîcle û Firatê. Ango ev tê wateya ku ne tenê Agirî, lê hemû deşta Mûşê û herêmên din ên ku bi vê avê dijîn, dê di bin xetereyeke mezin a kîmyewî de bin. Ev kana zêr ji bo zarokên me, bi gotinekî din ji bo pêşerojê me tengasiyekî pir mezin derxîne. Ji bo sekinandina karê kanê me serlêdanên xwe kir û doz hat vekirin.Tê zanîn ku li Îlîcê bikaranîna siyanûrê hat sekinandin. Em hewl didin vê yekê li Giyadînê jî bikin.” 

Metîn Yoldaş da zanîn ku xebatên wan ên hişyarkirina li dijî talankirina xwezayê didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me di 11ê hezîranê de jî li Mûşê ji bo ekolojiyê xebatek kir. Gelek ekolojistên ji bajarên cuda tev li vê xebatê bûn, rapor hatin amadekirin û nîqaş li ser dê ev qirkirin dê çawa were rawestandin hatin meşandin. Her wiha em bi mixtarên gundan re hatin gel hev û me behsa zirarên kanan û siyanurê kir.” 

‘Divê em nehêlin xweza were qirkirin’

Metîn Yoldaş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zirara vê projeyê ji bo nifşên pêşerojê gelek mezin e, heke ava me qirêj bibe, tu wateya jiyanê li vir namîne. Ji ber wê yekê divê civak, gundî û hemû saziyên sivîl hişyar bin û bi hev re tevbigerin. Armanca politakaya qirkirina xwezaya Kurdistanê armanc dike ku gel ji axa xwe dûr bikeve û li metrepolan birçî, hêsîr, bêçare bimîne. Ji ber wê yekê ev ne tenê pirsgirêka hîn gundan e, ev qirkirina ekolojiyê ye ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve tê meşandin. Loma ji bo pêşeroja zarokên xwe, divê em destûrê nedin ku ax û ava me bê jehrîkirin. Ji ber vê yekê em bangî gele xwe dikin ku werin em bi hev re xwedî li xwezaya xwe derbikevin.”