Li Peyasê konsera gel

Şaredariya Peyasê li Parka Rojavayê bi dirûşmeya “Em bi notayên aştiyê, jiyana hevpar bistrên” konserek li dar xist.

•
1 deqe xwendin
Li Peyasê konsera gel

Şaredariya Peyasê bi dirûşmeya “Em bi notayên aştiyê, jiyana hevpar bistrên” li Parka Rojava ya navçeya Peyas a Amedê konserek bi coş li dar xist. Kargeha Muzîkjenên Yektayê ya şaredariya Peyasê bi gel re stran strîn. Şaredarî bi vê konserê xwest moral bide şêniyên Peyasê û piştgiriyê bide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Li gel Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar welatiyên Amedê bi girseyî beşdarî konserê bûn. Gel bi coş govend gerand û stran strîn. 

‘Tekoşîn didome’  

Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar di konserê de axivî û anî ziman ku hevalên wan şahiyek plan kir û got: “Du meh in, her hefteyê du şevan em diçin taxan û gundan û bi welatiyan re dicivin. Pişti 8 salên qeyûm em dîsa hatin ser karê xwe yê şaredariyê. Îradeya gel, xebata gel, jiyana çandî û zimanî li her derê bi kêmasiyeke pir xurt derketibû holê. Lê bi saya we dîsa em hatin ser wezîfe û erka xwe. Têkoşîna me bi saxlemî didome.” 

Piştî axaftinê endamên Kargeha Yektayê bi stranên xwe ve gel coşand. Gel li ber stranan bi tîlîliyên xwe govend fireh kir û tama konserê derxist.