Lêkolînek li ser dîroka govendê û rîtûelên çanda Kurdistanê
Tevî ku destpêka wê ji sedî sed nayê zanîn jî, mirov dikare bibêje ku ev rîtûel tabeke bi hezaran salan e li nav gelê kurd, civakên kurd û kurdistanî heta dîrokeke nêzîk jî hatiye kirin. Gelek arkeolog û lêkolînerên dîrokê dibêjin ku; di destpêkê de beriya dîrokê, dema ku mirov hê jiyana koçber dijiyan weka ajalan salê carekê bi hinceta ku zêde bibin diketine têkiliya cinsî.

Ezda Ayşe Qerejdax- Ciwan Serhedyan
Şopa ruhên ezîz digere li ezmên, ewr bêdeng in, dîrok guvah. Kevir û kuç nivîskarê dîroka mayînde ne. Dest bi pêşkên ku çand hilberandin bûne ax, yên didomînin şaristanê. Em niha çavên xwe li ser dîrokê li tabên ku axê danequrtandiye, avê neşûştiye, tavê nehelandiye û bayê nebiriye bigerînin. Piştî ku me ev gotin ji xwe re gotin, em du hevalên meraqdar ê dîrok û çanda cîhanê û nemaze Kurdistanê, me berê xwe da lêkolînê. Me çîrok guhdarî kirin, pirtûk û makaleyên li ser çand û dîrokê xwilandin. Weka ku me got, em rastî çandeke ku demê nerizandiye axê danequrtandiye, avê neşûştiye, tavê nehelandiye û bayê nebiriye hatin. Di nav wê çandê de em rastî gelek tab û rîtûelên girîng hatin ku yek ji wan jî cêrgebez e.
Em etîmolog nîn in, lê belê bà qasî ku em zanîn wateya peyva cêrgebez ev e. Cêrge, tê wateya ristik yan jî rêzbûnê, weka rêza govendê ku govendgêr li rex hevdu rêz dibin û dibine cêrge. Yan jî di avakirina avahiyan de cêrgek dîwar zêde kirin.
Bez-bezîn bi wateya rev-bazdan-lîstinê ye ku îro jî li hin deverên weka Rihayê ji govendê re dibêjin ‘bazdan’. Ku herdu peyv digihîjin hev dibe ‘cêrgebez’ cêrge dibin û dibezin ‘weka bazdana bi rêzbûyî’ ev jî dide nîşandin ku ji bo etîmologan peyveke hêjayê lêkolînê ye.
Cêrgebez çawa dihate kirin?
Her sal di meha nîsanê şeva (‘Reşşemî’ şeva herî tarî ) ya salê de ku sêşemê digihîne çarşemê, yan agirekî gur dihate dadan yan jî çira dihatine vêxistin, li dora agir govenda pîroz dihate girtin. Ku li der ve bûya yan bi darekê ve, yan bi stûn an jî bi kêranekî ve baqên genim dihatine daliqandin. Ku di hundirê avahiyekê de bûya dîsa yan stûnên navbeynê yan jî bi dîwaran ve baqên genim dihatine daliqandin. Car caran jinan simbilên genim dixistine ber kofiya li serê xwe, yan jî şûtika sor a li dora eniya xwe. Xwarin û vexwarin bi şirîkayî dihatine çêkirin û bi civatî dihatine xwarin. Di wê govendê de her mêr û jin destê hevjîna/ê xwe digirt govend digerand. Ji bo mêr hevjîna wî destê wî yê rastê digirt, jina ku destê wî yê çepê bigirta dibû xwişka wî. (Bi demê re piştî hinek guherînan, mînak: di nav êzidiyan de jin û mêrên ku di govendê da bikevin destê hev dibine xwişk û birayên hevdu). Ev pêkane ku ji heman çandê veqetiya be, lewra çandeke folklorîk a wisa kevnare ye ku hêjayî lêkolînê ye.
Dema ku baweriya xwedawendiyê ‘ezdayetî’ hebû, sêwir û zanetiya jinê bawer dikirin weka her tiştên din di govendê de jî jin pêşeng bûn, sergovend bûn. Jinek dibû sergovend, hevjînê wê diket destê wê yê çepê, dû re jinek dikete destê mêrik û dibû xwişka wî. Wisa yek jin yek mêr dibûne cêrge û bazdidan, govend digerandin. Piştî ku şev dibû dereng, agir vedimirî hemû govendger bi bezê diçûn xwe diavêtin e cihên xalî yan jî mala xwe, cihên ji çavan dûr û bi hev şad dibûn. Keç û xortên ku dibûne evîndarê hev jî di wê roja pîroz de destên hevdu digirtin û ji wê rojê şûn de dizewicîn dibûne xweyî jiyaneke hevpar. Ev govenda pîroz, rîtûeleke dîrokî bû. Ku kal û pîrên me ji me re vedigotin.
Ji bilî wê jî şeva reşşemê, di dîrokê de niviştên herî zexm, sêhrên herî mezin wê şeva herî tarî ya salê hatine kirin. Di gelên kevnar ên di sêhr û niviştan de xwe bi pêş xistibûn, wek babîliyan ku hê jî sêhrên wan bi nav û deng in tên qalkirin.
Dîroka cêrgebezê
Tevî ku destpêka wê ji sedî sed neyê zanîn jî, mirov dikare bibêje ev rîtûel tabeke bi hezaran salan e di nav gelê kurd, civakên kurd û kurdistanî de heta dîrokeke nêzîk jî hatiye kirin. Gelek arkeolog û lêkolînerên dîrokê dibêjin ku; di destpêkê de beriya dîrokê, dema ku mirov hê jiyana koçber dijiyan weka ajalan salê carekê bi hinceta ku zêde bibin diketine têkiliya cinsî. Dema ku ew roj dihat, bi xwarin û vexwarinên bi civatî, bi muzîk, reqs û rîtûelên bi civatî ew roj pîroz dikirin. Ji bilî wê, dîsa beriya dîrokê di hîna ezdayetiyê de baweriya ‘laş guherîna ruh-reankarnasyon’ ê jî hebû, ku niha jî li gelek deverên cîhanê didome. Wisa bawer dikirin ku ruhên kesên ku di nav salê da mirine, di roja cêrgebeê di bedeneke nû de vegerînin. Li gorî wê baweriyê hemû ruh, yên ku hatine cîhanê û mirine çûne û yên ku qet nehatine cîhanê hemû li benda hatinê ne. Tenê dema jin û mêr dikevine têkiliya cinsî bi wê rîtûela ruhanî bangî ruhan dikin, bi wê rîtûelê ruh têne cîhanê û navê wê dibe ‘jidayikbûn’. Wê gavê mirov dikare bibêje deriyê yekemîn ê hatina ruh ku dikare were vê cîhanê malzaroka dê ye, û bi wê banga pîroz dikare were bikeve malzaroka dê bibe xweyî laşekî ku nû çêdibe.
Dema ku mirov çavkaniyên dîrokê dinihêre; her çiqas wateya cêrgebezê (cêrgebûn bezîn) be jî ne tenê govend, ne jî tenê rîtûeleke têkiliya cinsî ye.
Dibe ku di serdema ‘çandiniyê-neolîtîkê’, hîna ezdayetiyê de bi hin armancên nêzî hev ên sereke derketibe holê, dibe ku bi lêkolînên zexm di bingeha van rîtûelan de wate û armancên balkêştir derkevin holê. Niha em di gelek nivîsên biyanî, yên lêkolînerên biyanî de lê rast tên ku gelek caran şaş û kêm hatine nivîsîn. Hinekan jî serê xwe pê re êşandiye û gihîştine bingehên zexm ên rasteqîn. Gelek caran bi demê re, bi bandora ol an, bi bandora şer, komkujî, koçberî û hwd hinek guherîn lê çêbûne. Ji ber wê em dixwazin hinekî li ser vê mijara ku gelekî girîng e bipeyivin û bifikirin. Di baweriyên kevnar ên Mezopotamyayê de wisa dihate bawerkirin ku destpêka biharê destpêka bereketa her tiştî ye, lewra ji ber wê di heman demsalê de diketine hewldana zêdebûnê.
Mînak, di şaristanên sumer û akadan de, xwedawenda Îştar–Înanna, ku di kevneşopiya hûrriyan de bi navê Şaûşka tê naskirin, di roja pîroz de bû evîndara xwedawend Dûmûzî û diçû digihişte wî. Her du evîndar di wê şeva reşşemî de bi hev şad dibûn û piştî wê, pêvajoya nûbûna jiyanê û bereketa biharê di axê de didin destpêkirin. Bi hatina biharê re, bereketa zeviyan û jiyana nû dest pê dikir. Mirovên ku bawer dikirin ku Şaûşka û Dûmûzê her sal serê biharê hereketê didine destpêkirin, di heman demê de ew jî diketin hewldana zêdebûnê.
Bi demê re wek her tiştên din ên çandî, hunerî û hwd, di cêrgebezê de jî hin guherîn çêbûne. Nemaze di dîroka olan de gelek gotinên qirêj li ser vê rîtûela pîroz hatine gotin da ku mirov ji vê taba xwe ya dîrokî şerm bikin.
Çavkaniyek derbarê dîroka govendê de; lêkolînerê biyanî Sîr Maks Edgar Lûcîen Mallown. Di lêkolînên arkeolojîk de li başûrê Kurdistanê ‘Tell Arpachiyah’ ê seramîkeke çanda Xelef dîtibû ku li Kurdistanê gelek ji wan seramîkan hatine dîtin ku li ser wan seramîkan hejnên mirovên ku govendê digerînin hene. Ew seramîka ku Mallown di sala 1933yan de dîtiye nêzî heft hezar salî ye. Ev fîgurên li ser seramîkên heft hezar salî yên çanda Xelef jî, wê baweriya ku govend çandeke gelekî kevn e piştxurt dike.
Mallown yek ji arkeologên yekemîn e ku li ser çanda Xelefê bi awayekî berfireh xebitiye. Di kolanên Tell Arpachiyah de seramîkên xweşik, avahiyên dorhêl û nîşaneyên rêxistina civakî derxistin holê. Li gorî wî, civaka Xelef xwedî rêxistinek civakî û çalakiyên hevbeş bû.
Joan Oates, David Oates, Stuart Campbell, Marc Verhoeven û Brian Hayden jî çend arkeolog û lêkolînerên kêm zêde dîtin û lêkolînên wan nêzîkî Mallown in ku mirov dikare wan jî bixwîne.
Yek ji wan nivîskarên biyanî ku çand û tabên kevnar nivîsandine jî nivîskarê îngilîz Mîrcea Eliade ye, ku di pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîroka Olan’ de behsa tabên kevnar û rîtûelên bereketê dike ku ew tabên çend hezar salî hîn jî di nav gelê me de û gelek civakên din de jî hene. Wek baweriya ku jineke bi zar ‘ducanî’ ku di nav zeviyekê de bigere bereketa jinan bereketa wê zeviyê zêde dibe. Weka tûma genim a pêşîn dema tîrdirûnê de dihate jêkirin ew tûma genim dianîn di malê de weka baqek gul dadiliqandin. Carinan jî çend tûmên genim ên dawîn nedihatine jêkirin ji bo para teyr û tilûran, wisa bawer dikirin ku wê bereketa sala wisa zêde bibe. Ev tabên ku hê jî li hin herêmên Kurdistanê tên kirin, li dowalên Îskandînav û hinekên Ewropayê jî heman tab û rîtuelên bi vî rengî tên kirin. Ez dixwazim mînakeke serhedê jî li vir bi cih bikim (dema piştî giyadirûnê ku zevî ji nû ve avjerû dide ew dibe ‘armişk’ belê navê wê armişk e lê para mişk tenê nîne. Ew bermayî para hemû mişk, kêzik, kurmik, teyr û tilûran e ku ew nav lê kirine û îroj jî tê gotin) gelo dibe ku ev tab û rîtûel hinek ji yên serdema destpêka çandiniyê bin heta niha hatibin? Yek ji wan rîtûelan jî rîtûela bereketê bi (bihevşadbûn) dihate kirin ku ji navê wê re dibêjin (Homeros gamos -Zewaca pîroz). Mîrcea Elîade dibêje; berî bi hezaran salan ev rîtûela pîroz li Mezopotamyayê û gelek deverên din ên cîhanê dihate kirin, li Mezopotamyayê bi govend û stran dest pê dikir, bi xwarin û vexwarina bi civatî didomiya û bi seksê bi dawî dibû. Mîrcea Elîade; gotinên xwe bi tablet, nivîs û tabên kevnar piştrast dike û ev gotinên wî jî tevî çîrok û çanda me ya temendirêj ji me re dibin çavkanî.
Wêjeya devkî
Ji bilî nivîskarên biyanî, di wêjeya me ya devkî de weka çîrok û meselok an dihate vegotin û heta dîrokeke nêzîk jî ev rîtûel dihate kirin. Em bi xwe nebûne guvah me bi çavên xwe nedîtiye, lê belê bi tevî gelek kal û pîrên nas, me ji bavê min jî bihîst ku di salên 1970yî de li gundê me bibû guvahê rîtûela cêrgebezê. Çawa dihate kirin wî jî weka her kesên ku dizanibûn ji serî heta binî pêkhatina cêrgebezê ji me re vegot. Lê belê lê zêde kir got ku apê wî nexwestiye ku ew herine taxa jêr û cêrgebezê bibînin. Li gorî ku apê wî ji wî û pismamên wî re gotiye “Cêrgebez tiştekî gelekî qirêj û heram e’ jin û mêr bi hevdu re govendê digerînin’ew ne li gorî tabên ola me ye”. Wisa gotibû lê sedema wê û dawiya wê negotibû. Ew apê ku ev gotin kiribû bixwe jî di nav çandeke ku jin û mêr di her dîlan û pîrozbahiyan de bi hevdu re govendê digirin stranan diavêjina ber hev de mezin bibû. Lê elê di serdema destpêka îslamiyetê de gelek gotinên qirêj li ser rîtûelên çandî derketibûn ku êdî hinek kesan ji çanda xwe yan şerm dikir yan jî jê ditirsiyan bi dizîka ve pêk dianîn. Niha di van rojan de yên ku peyva cêrgebezê bihêstine ‘nemaze hêla serhedê’ dibêjin govenda jin û mêran e û heram e. Lê çawa dibe ku kesên ku vê gotinê dibêjin, di her dîlanê de bi hev re govendê digerînin.
Wek gelek rîtûelên din ên kevnar cêrgebez jî hinek guherîn lê çêbûne. Weka rîtûela ji bo sekinandina barana şit. Mînak: Ew rîtûela sekinandina baranê ku ew jî heta dîrokeke nêzîk jî di nav civakên mezopotamyayî de dihate bikaranîn, ji hîna wan pîrikên zana dihat. Ew rîtûela dema ku pir baran dibariya û bi rojan nedisekinî, di wê êl û civakê de bi heman navî ku sê kes hebûna her yekê parçeyek darik di erdê de weka sing diçikand bi awayekî sê çik rêz dikirin, li ser wê sêrêzê gotinên pîroz dikirin. Bi wî awayî bawer dikirin ku baran di demeke nêzîk de datîne. Piştî bi hezaran salan jî ew rîtûela dihate bikaranîn, lê bi bandora çand û olên ku bi demê re reng avêtine ew ê tabê jî reng avêtibû. Di serdema olên semawî de ku gelek civakan dev ji gelek tabên xwe berdan an jî rengê wan guherandin. Navê vê rîtûela sê ling jî bibû ‘Sê Fatma’. Reng avêtibû ketibû kirasekî biyanî.
Cêrgebez û Girê Mirazan
Di destê me de çavkaniyek yan jî rastiyeke zanistî tune ye. Ev tenê hîpotezek e ku hêjayî lêkolînên berfireh e.
Wisa tê zanîn ku bajarê Rihayê navê wê gelekî kevn e ku digotin ‘El Riha’ bi wate cihê ku ruhê pêşîn lê daketiye. Niha em li Girê Mirazan û gelek cihên din ên ku erdkolojî lê tê kirin rastî gelek nîşaneyên ecêb tên. Ev nîşane, piraniya wan diyar dikin ku Girê Mirazan cihê zayînê û hevşadbûnê ye. Şopa rîtûelên bi civakî li derdora Girê Mirazan xwe dide nîşan ku gelek lêkolînerên ku li wan deran dixebitin jî, kirina rîtûelên civakî bi xebatên xwe piştrast dikin. Li wir gelek pejnên ser keviran xêz kirine û gelek peyker bi zayenda xwe derdikevine pêş. Mînak, peykerên mêr mozî-kîr-fallûs ê wan weka nîşane mezin û rep hatine çêkirin. Jinên ku dizên hatine xêzkirin û fîgurên di têkiliya cinsî de hatine xêzkirin hene. Li ser hin peykerên biçûk ‘gula avê-Lotûs’ hatiye xêzkirin, ev kulîlk jî nîşaneya xwenûkirinê ye ku bi laş guherîna ruh, reankarnasyonê ve tê girêdan. Ev hemû nîşane pirsa ku gelo Girê Mirazan ji bo rîtûelên civakî hatiye avakirin? di hişê mirov de ava dikin, ev jî dide nîşandin ku hêjayî lêkolînê ye. Ku Girê Mirazan bi rastî jî navendeke rîtûelê ya ku di hin demên salê de mirov li wir li hev kom dibin be, ku di van civînan de reqsên bi hev re hatibin kirin, îxtimala rîtûelên muzîk û bereketê hêjayî lêkolînê ne. Lewra gelek lêkolînerên ku tiştên nêzîkî hevdu dîtine û dibêjin, çend heb ji wan ev navên li jêr in ku mirov dikare wan tevî çavkaniyan bike. Klaus Schmidt; serokê xebatên Girê Mirazan bû. Dibêje ku Girê Mirazan navendeke rîtûel û tabên civakî bû, ku komên mirovan ji cihên cuda dihatin li wir diciviyan. Oliver Dietrich -Jens Notrof û Martin Zarnkow jî çend ji wan lêkolîneran e.
Weka ku me got, ev gotinên me delîl nînin. Ev tenê hîpotezeke ku hêjayî lêkolînê ye.


