Kurdên Sovyetê û kurdên di valatiyê de
Yekitiya welatên Sovyetê di encama şoreşa Partiya Bolşevîka ya li Rusyayê ya 1917’an pêk hat. Vê şoreşê Kafkasya, Asya Navîn û heya Balkan xist nava xwe.

Yekitiya welatên Sovyetê di encama şoreşa Partiya Bolşevîka ya li Rusyayê ya 1917’an pêk hat. Vê şoreşê Kafkasya, Asya Navîn û heya Balkan xist nava xwe. Heya wê demê li seranserî cîhanê welatên ku navên wan tune bûn, di dîrokê de nebûbûn dewlet, bi prensîbên Partiya Kominîst a naskirina çarenûsa gelan hatin damezrandin û bûn xwedî nasnameya siyasî. Yek ji van gelan kurd bûn. Li Kafkasya, di navbera Azerbeycan û Ermenistana îro de, li nêzî herêma Qarabaxê, li cihê ku ji demên kevnar ve kurd lê dijiyan, Partiya Komunist herêmeke xweser a kurdan ava kir û li gorî wê rêvebiriya siyasî û cîvakî saz kir. Kurd ji Medan heta niha li ser vê axê dijiyan. Hezar sal berî vê bûyerê jî ew war pareke welatê Şedadiya bû. Di destpêka sedsala 19’an de di encama şerê di navbera rûsan û qacariyên Îranê de ev ax ketin destê Rûsyayê. 12’ê cotmeha 1813’an bi peymana Gulistanê û paşê jî 10’ê çileya 1828’an bi peymana Tirkmençayê ev heremên Kafkasyayê bi piranî ketin destê Çarên Rûsayayê. Sovyet jî li ser vê


