Ji her kesî re dîplomasî lê ji kurdan re malkambaxî
Dîplomasî, di navbera dewlet, hêz û rêxistinan de hunera çareserkirina pisgirêkan e.

Dîplomasî, di navbera dewlet, hêz û rêxistinan de hunera çareserkirina pisgirêkan e. Bi awayekî dinê, mirov dikare bibêje, ku dîplomasî hunera dîtina rê û rêbazên berterefkirina girêkên kor, yên ku li ser rêya bi rêbazên siyasî çareserkirina pirsgirêkan dibin asteng… An jî mirov dikare bibêje ku bi rêya dîplêmasiyê nakokî û dijberiyên di navbera terefan de tên nermkirin û rêyên çareseriya pirsgirêkan tên dîtin. Hemû welatên cîhanê xwedî saziyên xwe yên dîplomasiyê ne. Wezaretên karên derve, komîtê û komîsiyonên saziyê dewletan ên cuda, baylozxane û konsolosên wan di welatên derve de û hemû, her yek bi şêweyekî erka parastina berjewendiyên dewletên xwe pêk tînin. Helbet, sazî û rêxistinê gelên bêdewlet ên li ser rêya destanîna mafên xwe yên netewî jî di vî warî da bi şêweyên cuda karê dîplomasiyê dimeşînin. Û ev jî mijara guftugoyeke cuda ye. Lê min dixwest li vira bala xwendevanên hêja bikişînim ser hinek aliyên hewl û karên rêxistinên siyasî yên gelê me di vî warî de.
Karê dîplomasiyê di welatê me de û bi giştî, di nava me kurdan de xwedî dîrokek e. Yên ku ji ber mercên dîrokî û sedemên obcêktîv û sûbcêtîv, ji ber şaşî û kêmasiyên têberdayî, ez-ezî û fêlbazîyan, ne ku tenê nikaribûne gelê me ji trajêdîyan biparêzin, lê bi ser de jî bûne sedemên malwêranî, penaberî û tevkujîya gelê me… Û ew rewşa hê jî didome…
Helbet, bê guman, emê nikaribin vê rewşê bi giştî bi hûrbînî binirxînin, lê emê hewl bidin, li ser rewşa karên dîplomasiyê yên wan rêxistinan rawestin, ên ku bi navê kurd û kurdayetiyê vî karî pêk tînin.
Tê zanîn, ku despêka sala 20’î yên sedsala bihurî dema berxwedanên herçar parçeyên Kurdistanê kurdan nikaribûye bi hişmendiyeke hevbeş rêxistineke yekgirtî-giştî saz bikin, lewra jî mirov nikare bêje, ku diplomasiyek a kurdî a hevbeş hebûye û îro jî heye. Pirs dertê holê, ji ber çi û çi sedeman?
Sedema sereke ya nebûna dîplomasiyek a hevbeş a kurdan nebûna heşmendiyeke netewî ya giştî bûye. Lewra jî, ne ku tenê nebûna dîplomasiya hevbeş e, her wiha nebûna hêzeke leşkerî (artêş) a hevbeş a yekgirtî ye.
Heya ew îro jî nine. Ya hemû beşên Kurdistanê heya radeyekê mirov dikare bi dilkovanî tê bigihîje. Lê ya Herêma otonom a Başûrê Kurdistanê? Ev zêdetirî sîh salî ye, ew herêm nîvserbixwe ye. Lê heya îro jî, ne ku artêşan herêmê ya yekgirtî heye, lê pêşmergeyên du rêxistinan (ên PDK û YNK’ê). Ê, eger li pişt karên dîplomasiyê ev hişmendiyeke yekgirtî û hêzeke yekgirtî tune be, ew dîplomasî dê bikaribe ya hevbeş a yekgirtî be? Helbet na. Ji bilî wê, hemû biryar bi rayê serokên rêxistinan tenê hatine girtin. Lê ya herî girîng, tu serokekî Berxwedana parçeyekî welêt di karên dîplomasiyê de dijberî parçeyekî dinê gav navîtine, an jî li ser hesabên parçeyên dinê di masên tarî de berjewendiyên gelê xwe nekirine bazarê.
Di vî warî de şikestina despêkê a malkanbax, piştî têkçûna Komara Kurdistanê (a Mahabad) dest pê dike. Mele Mistefa, yê ku wê demê generalê Komarê bûye, bi navê hevdîtinan diçe bal Şahê Îranê. Ew di wê hevdîtinê de li ser mijara xiyanetê ji Qazî Muhamed re bike, bazariyê dike. Di encamê de ew pereyan û garantiya jiyana xwe û malbata xwe ji Şah digire û Komarê difroşe wî. Û ev mirovê ku di bin navê “dîplomasiyê” de birayên xwe difroşe, bi rehetî vê xiyanetê wek “berjewendiyê netewî”nav dike.
Û ev her destpêka xiyanetê bû. Îro jî heman helwest û heman xiyanet li hole ne.
Mînak, Mesud Barzanî van salanê dawiyê pirtûka bîranînên xwe weşandiye û di wê de dinivîse, çawa serokê PDKÎ Suleyêman Muînî û Mele Awere serjê kirine û firotine Îranê û bêyî ku şerm bike, dibêje, ku “ji ber berjewendiyên netewî ew naçarbûne, hinek karan pêk bînin”. Wisa jî, dema sala 1979’an rejima teokratîk a Îranê nû hatibûye desthilatê, gelê kurd radibe serhildanê û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî ji destê rejimê derdixe, vê care jî bi serkêşîya Mesud Barzanî û Îdrîsê birayê wî bi rejîma meleyan a Îranê ra hevkarîyê dike, bi pasdarên Îranê re li dijî Peşmergeyên Rojhilatê şerdikin û derba kuştinê digihînin Şoreşa Rojhilatê û di encamê da rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi giranî lewaz û bêhêz dibin û heya îro jî nikaribûne xwe komî ser hev bikin.
Dema sala 1975’an peymana Cezaîrê ji aliyê Îran û Iraqê ve hate îmzakirin (vajokirin), bi fermana Şahê Îranê li ber PDK û Mele Mistefa Barzanî merc danîn, ku dive ew “şerê dijî Iraqê rawestînin û bê şert û bend xwe radestî wan, an jî Iraqê bikin”. Û even me jî, bêyî ku bipirsin– çima, eger çine, ma mafên me çi ne? – yekser fermana Şahê Îranê bê dudilî qebulkirin û bîryara “aşbetal”-ê dan, ango biryara çekberdanê û teslîmbûnê dan! Wê demê rojnemegerekî fransî diçe bîryargeha Barzaniya û dixweze roportajekê rêvebiriya Şoreşê re pêk bîne, bi wî re jî, endamê PDK Ahmed Bamernî, wek tercuman diçe. Di bîryargehê de mele, û lawên wî amede nebûne ku roportajê pêk bînin. Ji ber ku hemûyan berê xwe dabûne Îranê… Li ser navê rêxistinê, wek cîgirê Mele Mistafa, sekreterê rêxistinê dertê pêşîya wan. Rojnameger dipirse: “Berê ji bo vê rewşê pêşbînîyên we hebûn, ku ev herdu hêz dê li serwe bîryareke vî şêwazî bigirin?” Ahmed Bamernî pirsê werdigerîne, û Sekreter dibersivîne? “Cîhê ku Mele Mistefa heye, karê fikirandinê, an jî lêhurbûnê karên min nînin!” Ahmed Bamernî ji vê bersivê matmaî dimîne û pirsê dubarê dike, ev Sekreter dîsa heman bersivê dide…
Di vê der barê de Ahmed Bamernî di pirtûka xwe ya “Ez pêşmergeyek bûm” de bi dilekî şikestî vedibêje. Lê an wê demê ciwantiya xwe, nepolîtîkbûna xwe nizane cîhê Mele Mistefa jî Şahê Îranê sîyaset dike.
Piştî têkçûna di encama peymana Cezaîrê de heya Raperîna Başurê welat a sala 1991’î PDK di bin baskê Îranê de dimîne û ji navê Îranê li dijî hêzên Rojhilatê û Başurê Kurdistanê yên wek: Partîya Sosyalîst, Partîya Komînîs (Şuîî) YNK û yên dinê şer dike.
Sala 1991’ê raperîn pêk tê, gelê Başur hêzên Rejîma BAAS ji welêt derdixe û piştî heftêyekê hêzên Barzanî di bin baskê Îranê, Amerîkayê û Tirkiyeyê de tê dikeve Duhokê. YNK û hêzên dinê yên Başur bi hevre ji Kerkukê heya Hewlerê bi giştî hiltînin, PKK jî Zaxo û derdorên Duhokê bi giştî ji hêzên rejîma Bas paqij dike. Hêzên navborî anîn PDK di navenda Duhokê de bi cîh kirin, û PKK’ê jî bi helwesta “ev birayên me ne, bila bi cîh bibin, di navbera me de ji îro û pêve mijar dê her tekoşîna ramanî û polîtîk be!” tevgeriya. Lê dema PDK cîhê lingê xwe çêkir û dema dît ku BAAS êdî nikare êriş bike, berê xwe da PKK’ê, lewra ku hêzên navborî, yên ku ew anîbûn, bi wê re bazarî kiribûn, ku ew ê li dijî hêzên kurd ên sosyalîst û yên ku doza herçar parçeyên Kurdistanê dikin, tevbigerin, ji bo ku wan lewaz bikin, ji bo ku ew bên kontrolkirin. PDK’ê ev kontsêpt kir bingeha “dîplomasîya” xwe, û di cîvîna yekem a Parlamana heremê de (1992) li dijî PKK’ê bîryara şer girt... Bi vî awahî PDK’ê xwest, li ser bazarîya kirîn-firotina şoreşa kurdî hebuna xwe misoger bike. Lê evê jî têrê nedikir, tenê asêmayîna di Duhokê de ew tengezar dikirin. Ma ne, Hewler navenda otonomîya herêmê ye, ew navenda dîplomasiya navnetewî ye û Mam Celal ji vira dengêxwe digîhîne Cîhanê. Lewra jî, Mesud Barzanî havîna 1996’an diçe cem Saddam û li dijî YNK’ê biryara êrişa leşkerî digire. Û 31’ê tebaxa Sala 1996’an bi pêşengtiya tank û topên Sadam êrîşî YNK’ê dike, di encama vê êrişê da bi hezaran peşmerge ji nav çûn, bi sedan gundên Kurdistanê wêran bûn. Di encamê de Hewler ket destê PDK’ê. Lê Îran bi navê hêza aştîyê kete Silêmaniyê, bi sedan peşmergeyên Komalayê û PDKÎ qetilkirin û YNK naçarî xwe kir. Helbet tirkan jî di nava vê tevlîheviya navxweyî malwêran de karê xwe yê reş domand. Wana jî bi navê hêzên navbera herdu hêzan de, xwedêgiravî, ji bo ku “aştîyê biparêze”, “ji bo demekê” hêzên xwe yên eskerî anî û di herêma Başûr de bi cîh kir, lê ewa “ji bo demekê” çendîn dem li ser re derbas bû, bêhtir berfireh bû, û îro senger û baregehê leşkerî û sîxurî di Herêma otonom de (ew jî ne di tevahîya Herêmê de, lê di beşê wê yê di bin destê PDK’ê û mala Barzanî de!) ji yên Bakûrê Kurdistanê zêdetir in û hê jî bi alîkarîya PDK’ê û mala Barzanî êrîşên


