Ji bo parastina destkeftiyan bêhtir rêxistinî divê

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel di mîhrîcana Tetwanê de têkildarî qanûna çarçoveyê nirxandin kir û got: “Ji bo ku em hemû destkeftiyên xwe biparêzin û li hemberî polîtîkayên şerê taybet bisekinin, divê em zêdetir xwe rêxistin bikin.”

•
1 deqe xwendin
Ji bo parastina destkeftiyan bêhtir rêxistinî divê

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê lidarxistin, di roja 8emîn de berdewam kir. Îro girse çû serdana Golên Nemrûdê û panela “Dîrok, ziman û wêjeya Kurdî” li dar xİst. Piştre Koma Erbaneyê ya KASEDê, Tîma Govendê ya Jinan a Arjînê û hunermend Mizgîn Tûran û Tara Mamedova stran gotin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî beşdarî mîhrîcanê bû.

‘Destkeftî bi têkoşînê ava bûn’ 

 Sebahat Tuncel bal kişand ser guherînên siyasî yên dawiyê û ked û têkoşîna salan û got: “Me pêvajoyên gelekî dijwar derbas kir. Me êşên mezin kişandin. Em li Tirkiyeyê şikestineke siyasî dijîn. Her çend ne bes be jî, niha qanûneke çarçoveyê heye. Di vê qanûnê de gelek kêmasî hene, lê dîsa jî bi rêya têkoşîna 52 salan a tevgera kurd destkeftî tê de hene. Em ji vir careke din silavan ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Îro destpêkek heye, bi dawîanîna pêkanînên kêfî yên li Tirkiyeyê destkeftiyeke mezin e. Ji bo me girîng e ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên 100 salan vala bên derxistin. Di pêvajoya pêşiya me de divê em hê bêtir xwe rêxistin bikin.”

‘Pêşengiya aştî û siyasetê dê jin bikin’ 

Sebahat Tuncel destnîşan kir ku divê li hemberî polîtîkayên şerê taybet û sîstema zilamserdest têkoşîn bê bilindkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro li dijî polîtîkayên şerê taybet ku heta nav me hatine reşandin, em ê paşerojeke azad ava bikin. Em ê sîstema ku ciwan xwe tê de rêxistin bikin bi hev re ava bikin. Dewletê ciwan ji siyasetê dûr xistin û avêtin nav pencên şerê taybet, em ê vê yekê ji holê rakin. Em vê rojê diyarî wan jinan dikin ku jiyanê berdewam dikin. Wek jin em xwedî li keda xwe derdikevin; ji ber vê yekê ye ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê belav bûye. Rola pêşengiyê ya ji bo aştî û siyasetê di destê jinan de ye.”

Mîhrîcan bi stran û govendê bi dawî bû.

Di bernameya sibê de Shanoya Bajar a Amedê, Serdar Canan û Koma Kamkars dê derkevin ser dikê.