Ev sedsal sedsala gelê kurd e
KCD, DBP û TJA’yê demek dirêj e berê xwe dane nava civakê û bi civakê re xebatên rêxistinkirinê dimeşînin.
KCD, DBP û TJA’yê demek dirêj e berê xwe dane nava civakê û bi civakê re xebatên rêxistinkirinê dimeşînin. Di çarçoveya vê pêngavê de li bajar, bajarok û gundan civînan li dar dixin û bi gel re têne cem hev. Nûnerên partî û rêxistinan bi gel re hevdîtinan dikin, fikir, pêşniyaz û nêrînên xwe bi gel re parve dikin û pêşniyaz û nêrinên gel digirin. Têkildarî xebatên rêxistinkirinê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk pirsên Rojnameya me bersivand.
Demek e we dest bi xebatên ‘Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin’ kiriye. Hûn dikarin hinekî behsa hedef û armanca vê xebatê bikin?
Li dijî faşîzmê em xwe birêxistin dikin. Weke KCD, DBP û TJA û hwd. ev salek e xebatên me berdewam dikin. Armanca vê çi ye? Gel, sazî û partiyên me di pêvajoyeke giran re derbas dibin. Li gorî plana çokdanînê ku di sala 2014’an de hatibû amadekirin, li Kurdistanê, li ser her beşên civakê êrîş çêbûn. Ji ber vê yekê têkiliyên me jî bi gelême re germ nebû. Îro ku em li dinêrin ne tenê li Bakur li her çar parçeyên Kurdistanê jî di pêşengiya Tirkiyeyê de li ser pêşereoja gelê kurd leyîstokên mezin hene. Yanî ji bo ku gelê kurd nebe xwedî statu û îrade em baş dizanin ku dewleta tirk li gor plansaziya xwe xebatan dide meşandin, êrîşan dike û dagirkirinê dayê pêşiya xwe. Îro jî başûrê Kurdistanê dagir dike. Ji ber vê yekê li gund, bajar, bajarokan di vê pêvajoya girîng û dîrokî de em him nêrînên xwe bi gelê xwe re parve dikin him jî nêrînên wan, pêşniyazên wan hebin em digirin. Ji bo ku em di pêşerojê de têkoşîna xwe xurttir bikin.
Heta niha we xebatên bi çi rengî meşandin? Di van xebatan de ruh û wêneyekî çawa derket holê?
Bi rastî jî zilm û zexteke pir mezin li gelê me hat kirin û hê jî tê kirin. Tişta herî girîng ew e ku gelê me ewqas zehmetî jî kişandiye dîsa xwedî li doza xwe jî derdikeve û li ber xwe dide. Baweriya gelê me duh çiqas be îro sed qatî zêdetir xurt bûye. Baweriya gelê me bi vê têkoşîna doza xwe, ji bo azadiya xwe pir xurt e. Ji ber vê ew zilm û zexta ku hat kirin û ew hesabê dewletê cihê xwe negirt. Gelê ku em dibînin, mirovên me yên ku em dibînin bi biryar in. Biryara xwe dane, çi dixwazin dizanin. Di serî de bi taybetî jî li hemberî tecrîdê nerazîbûnên xwe parve dikin. Hetanî ev tecrîd berdewam bike jî tu çareserî li Tirkiye û Rojhilata Navîn çênabe. Kurd jî azad nabin.
Aliyê rêxistinî, ruh û xwedîderketina gel a li pêngav û pêvajoyê di çi rewşê de ye? Beşdarbûn, coş û kelecana gel û pêşwazîkirina gel a vê pêvajoyê di çi astê de ye?
Coş û kelecanek pir mezin bi gel re heye. Bi dîtina me jî pir kêfxweş bûn. Moralê wan gelekî xurt bû. Em wê biryardarî û moralê wan dibînin bi rastî em jî bi hêz û bi moral dibin. Eleqeyeke mezin hebû. Bîr û baweriya gelê me jî xurt e. Armanca wê plansaziya dewlêtê ew bû ku gelê me bê hêvî bihêle, bê îrade bike. Em li van a tevahî dinêrin yanî ev şeş salên dawî ku em lê dinêrin tu encam negirtine. Bi rastî jî gelê me ji duh xurtir e û xwe bi rêxistin kiriye.
Heta niha hûn li çend bajaran geriyan û bi gel re hevdîtinên we çawa derbas dibin? Daxwazên gel çi ne. Hêvî û bendewariya gel çi ye?
Em li gelek bajarên Kurdistanê geriyan. Lê em hîn neçûne bajarên Kurdistanê yên mîna Riha, Dîlok, Semsûr, li aliyê Serhedê jî bajarên Mûş, Erzirom, Erdexan, Qers û Îdirê. Weke din em li bajar, bajarok û hema bêje hemû gundan geriyan.
Herî dawî em li herêma Colemêrgê bûn. Sînor hatine girtin. Bazirganiya gelê me bi taybetî jî li ser sînoran dimeşe. Lê sînor tev hatine girtin, nahêlin gel tîcaretê jî bike. Yanî ji hêla aboriyê ve jî zexteke mezin heye. Bi nanê gelê me jî dileyizin. Lê dîsa jî ku em lê dinêrin ev jî ne xema gel e. Gelê me rastî jî tiştekî dibîne. Yanî hetanî ku azad nebe ev zilm jî wê dewam bike, xeynî azadiyê tu çare tune ye. Niyeta dewleta tirk tê zanîn. Dewleta tirk dixwaze gelê me bike xulam. Ev ne tespît û gotinên min in, ev gotin û tespîtên gel bi xwe ne. Dibêjinem vê qebûl nakin. Ji bo jiyaneke bi rûmet çi bikeve ser milê me hetanî îro me kiriye em ê ji niha û şûn ve jî bikin. Yanî nêrinên wan ev e.
Mijara herî sereke ku gelê me gelek caran tîne ziman û nerazîbûn û bertekên tund nîşan dide tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Ev tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Ev rejîma ku îro xwe li Tirkiyeyê saz dike, hetanî berdewam bike belkî azadiya me hinekî dereng bikeve lê belê demokrasî nayê Tirkiyeyê jî. Wê çaxê bila gelê Tirkiyeyê jî Tirkiyeyeke demokratîk ji bîr bike. Ji ber vê yekê divê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan her kes rol û misyona xwe bilîze û ew şert û merc bên avakirinê.
Hûn di vê gera xwe de bêhtir çi diaxivin. Mijara sereke çi ye? Daxwaza gel a sereke çi ye?
Mijara me ya yekemîn tecrîd e. Îro pirsgirêka gelê kurd, li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng e. Hetanî ev pirsgirêk çareser nebe pirsgirêkên heyî jî dê çareser nabin, kûrtir bibin. Pirsgirêka gelê kurd wê çawa çareserbibe? Rê û rêbazên wî gelê me jî baş dizane, tevahiya gelên li Tirkiyeyê jî vê yekê baş dizanin. Yek muhatabê vê pirsgirêkê heye ew jî birêz Ocalan e. Ne tenê îro li bakurê Kurdistanê li Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê jî yê ku bandor çêbike birêz Ocalan e. Mijara me ya duyemîn jî yekitiya neteweyî ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê leyîstokên dewletê hene. Planên xwe niha li başûrê Kurdistanê dimeşîne. Îro li Başûr PKK’ê ji xwe re wekî hincet nîşan didin. Li başûrê Kurdistanê gelê me bedelên pir giran daye. Gelek însanên me hatine qetilkirin. Bi Enfalê, dîsa li Helepçeyê bi destê Sedam gelek pêşmerge şehîd ketin. Gelek însanên me ji bakurê Kurdistanê çûn li hember rejîma Sedam li ber xwe dan. Gelek şehadet û gazî jî çêbûn. Ev ji bo çi bû? Ne ji bo serkeftin û azadiya partiyekê bû. Ji bo ku li ser axa xwe jiyaneke azad bê jiyîn ev berdêl hatin dayîn. Îro Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî sed qatî ji Sedam xerabtir in. Nêrîn û nêzikatiyên wan ên li hember gelê kurd sed qatî


