Em çima li rockbêjê xwe xwedî dernakevin?
Koma Wetan anku Kerem Gerdenzerî 52 sal berê li Sovyetê bingeha muzîka rocka kurdî avêt û bi dehan stran nivîsîn û kirin ku îro klasîkên rockê yên bi kurdî jî heb in.

Di nav kurdan de em tev dizanin ku zêdetir şêweyên mûzîka gelerî, dengbêjî û bi demên modern re jî şêweyên wek arabesk, protest û herî dawiyê jî pop tê guhdarîkirin û hezkirin. Ji bo vê yekê ez ê nikaribim ji we re qala daneyan bikim (min qet lêkolînên bi vî awayî jî nebihîstine) lê dema mirov bala xwe dide Kurdistan û diyasporayê jî xuya dike ku hunermendên berê yên herî zêde album, kasetên wan dihatin firotin, niha jî yên herî zêde li ser YouTube û platformên dijîtal tên temaşekirin û guhdarkirinê; ji vir jî derdikeve holê ku ev şêweyên mûzîkê di nav kurdan de berbelavtir in.
Yek ji şêweyên ku herî zêde nayê guhdarkirin an jî hezkirin jî rock e û cureyên wê ne. Vêce ez vê bêjim ev hemû mijar û meseleyên lêhûrbûn, lêkolîn, nîqaş û danûstandinên dûvûdirêj ên akademik û hwd. in. Jixwe wek gelek meseleyên me kurdan em di van de jî dîsa pir qels û kêm in. Bi gotin û axaftinên jiberkirî diaxivin bi gelemperî.
Sînê û rocka kurdî
Belê, dibe ku terzê muzîka rockê ya ku ji welatê Emerîka û Ewropayê ye, di nav kurdan de zêde ne berbelav be. Lê ji bo me kurdan hê çîroka rockê dema ku li tevahiya Amerîka û Ewropayê tovikê wê şîn dide, kurdan jî li Kurdistana Sor anku Sovyetê dest pê kiriye. Bêguman gelek ji me bi navê komê nebe jî, bi strana “Were Sînê, lê/Ez heyrana çavê te me/Hey lê Sînê/Were Sînê lê/Ez birîndarê bejna te me…” û bi stranên wekî ‘Cahiltî’, ‘Elegez’, ‘Çi digerî’ , ‘Filîto Lawo’ û hwd navê Koma Wetan bihîstiye û stranên wan guhdarî kirine.
Ji Tîflîsê derdikeve rê
Ka em hinekî din dêhna xwe bidin serboriya Koma Wetan. Di destpêka sedsala 19emîn de bi şerê cîhanê dest pê dike û diqede wekî gelek beşên hunerê, muzîka rockê ya ji blues cazzê welidîbû, berbalav dibe. Tê zanîn ku kaniya şêweya rockê her çi qasî Emerîka û Rojavayê Ewropayê bê zanîn jî , ji Afrîkayê heta Sovyetê komên rockê hene û ev şêwe anîne lûtkeyê. Êdî di sala 1974an de komek ji kurdên Sovyetê jî bi navê ‘Koma Wetan’ li Tîflîsa Gurcistanê tên ba hevdu.
Piştî kom belav dibe…
Yekem koma ku bi şêweya rockê di nav kurdan de, bi kurdî distire Wetan e. Kom, dema nû dest bi muzîkê dike, ji 4 kesan (Rafaele Şamîle Dasenî, Levon Grîgorevîç Şaxbaziyan, Omerê Sabriyê Recevî, Keremê Taharê Gerdenzerî) pêk tê. Koma Wetan di sala 1991ê de belav dibe û di sala 1992yan de Kerem Gerdenzerî bar dike diçe Moskovayê. Gerdenzerî di navbera salên 1996 û 1998an de albuma ‘Azadî’, di 1999-2001an de ‘Hewar’ û her wiha 2002yan de jî bi navê ‘Stranên Hilbijartî Yên ji Albûmên Keremê Teharê Gerdenzerî’ bê navber stran çêkirin û her tim xebitî, ked da ji bo mûzîka kurdî.
Ji telafûzê heta awazên bi kurdî ye
Wetan bi şêweya xwe terzekî rojavayî be jî, ji kurmanciya wan a xas heta bilêvkirina peyvên stranan, ji awazên deng û hilbijartina gotinên stranan ên ji nivîskarên wek Karlanê Çaçan û bi gotinên Kerem Gerdenzerî stranên xwe afirandine.
Di stranên ku Kerem Gerdenzerî bi xwe nivîsîne de, hem hêza xwe ji helbestvanên kurd hem jî ji çanda kurdî digire û der barê vê yekê de di kurtehevpeyvîneke ku bi zor û zahmetî li ser telefonê min pê re çêkirî de wiha gotibû: “Dema stran nivîsinê, her çiqas rock terzekî cuda xuya dikir jî di her peyvê, rêzikê de min dixwest ku ew hîsa ziman û çanda kurdî derînim pêş. Yanê ne tenê di rêzikan de, di melodiyan de jî min ji bo vê yekê li ber xwe dida.” (https://azadiyawelat1.com/koma-wetan-47-sal-in-distre )
Hin diyalogên li gel Gerdenzerî
Ji sala 2020an ve piştî ku min Kerem Gerdenzerî nas kir û li ser telefonê hevpeyvînek çêkir, êdî dem bi dem ez lê digeriyam û min rewşa wî dipirsî. Bêguman gelek caran di suhbetên xwe de behs jê dike ku hin aliyên ku kurd û saziyên kurdan ne li Kurdistanê ne jî li diasporayê xwedî lê dernakevin. Di van aliyan de dilşikestî ye hê jî. Tenê ez ne şaş bim û li gorî hin agahiyên min li ser Googleyê mêze kirî di sala 2012an de tê, li Stenbolê derdikeve ser dikê û derdikeve ser hin bernameyên televizyonê jî. Piştî vê yekê êdî me dengê Koma Wetan anku Kerem Gerdenzerî ne li Bakur, ne li Başûr ne jî li diyasporayê nebihîstiye.
Ev çendek bû ku ez li Kerem Gerdenzerî digeriyam, bersiv nedida. Lê dîsa jî min jê re peyam dişand. Herî dawiyê çend roj berê (roja înê) li min vegeriya. Piştre got ku ji ber ku van demên dawî nexweş dikeve nikare bersiv bide telefonan.
Stranbêjekî ji klasîka kurdî ya modern
Ez dixwazim di vir de çend tiştan bibêjim ji hemû organizasyon û platformên kurdan ên mûzîkê re, ji sazî û dezgehên muzîkê re û ji rockbêjan re ku îro di gelek hevpeyvînên xwe de dema qala destpêka xwe ya muzîkê dikin navê Koma Wetan û Ciwan Haco bi lêv dikin. Kerem Gerdenzerî anku Koma Wetan 52 sal berê li Sovyetê bingeha muzîka rockê ya kurdî avêt û bi dehan stran nivîsîn û kirin ku îro klasîkên rockê yên bi kurdî jî hebin. Ev bi serê xwe qey ne nirxek e, qey ne bîr û hafizeyek e ji bo vê çanda qedîm a gelê me? Çima em li muzîkjenên xwe, li stranbêjên xwe, li kes û şexsîyetên ku dîroka me di van qadan de nivîsîne, xwedî dernakevin?
Gelo heta ku nemire em ê behsa wî nekin! Koma Wetan-Kerem Gerdenzerî hê jî dijî şikir û em jî dikarin di gelek festîval, pîrozbahî, konser û rojên me yên pîroz ên wekî Newrozê de wî wek mêvanê rûmetê dawet bikin.


