Delalê li ber dilê Edûlê -V
Dewrêşê Evdî, ligel yazdeh hogiran ji ber konê Zortemîr Paşayê Milî, ku bi hezaran mirov di binî de hildihat, bi rê ket. Ji hogiran pênc êzdî, şeş jî Milî bûn.

Dewrêşê Evdî, ligel yazdeh hogiran ji ber konê Zortemîr Paşayê Milî, ku bi hezaran mirov di binî de hildihat, bi rê ket. Ji hogiran pênc êzdî, şeş jî Milî bûn. Tevî Dewrêş bi giştî dowazdeh siwar bûn; dowazdeh şûrên ji kalê kaşkirî; dowazdeh rimên li ber avêtinê; dowazdeh gurzên hilteqilandî.
Her dowazdeh egîd, yek ji yê din wêrektir bûn. Ji bo em bizanibin ev egîdin çawa xofdar bûn, werin em guhan li ser vebêjer ve pêl bikin, bê ka ew lehengiya wan egîdan çawa ji me re disêwirînin:
“Dibê wê çaxa li mecalê raketinê zarê çûk di hembêzê dayikan de nehewyana, dayikên wan destê xwe li pişta wan dixistin, digo ‘berxino rakevin, hat’ne we çeqel û rovî çolan, cin û cinawirên çiyan!/Ew zariyana ker nebûna, dibê dûre digotin: berxino rakevin, hat’ne we gurê ordiyan, qilçixê çavê dijminan, her du zarê Emer Axayê Şerqî, Ûsib û Bozan!/Dibê ew zariyana ker dibûn, çavê wan qurç dibûn, lê dilê wan payi bûn, ji sawê wan nikarîbûn deng bikirana hetanî bi êrkana sibê, mecala nimiya berbangê/Dibê hingê dayikên wan destê xwe li pişta wan dixist, digot ‘serî xwe rakin, ji ser we çûn Ûsib û Bozan!/Dibê wan zarya hinga serî xwe radikirin ji hembêza dayikan…”
Dowazdeh egîdên kurdan aha ev egîd bûn. Her dowazdeh bi tengala hev dikevin, şabûrên zîvînî diziqitînin kêlekê hespên xwe yên hur, yên li ser nenûkan direqisîn. Dibê hingê hespên wan jî, cotê guhan bi xwe ve dadigirin, serê wan li pêş dibin nola serê riman û de haydê xwe ji bin wan çing dikin. Lîrelîra jin û bûkan, fîzefîza ciwanên kurya simbêlan nû xwêdandayî, heytehoya yekûna hiropçiyan li dû xwe dihêlin û di asayoa erdê beriyê de diçin xwar. Hinekan got, gavka din ev her dowazdeh siwar li vir bûn, hinekan tilaqê xwe avêtin gotin, na ne li vir bûn.
Dowazdeh siwarên efsanewî
Sal li derdorê 1768’an e. Dem, dawiya biharê, destpêka havînê ye. Ev dem ji bo beriya Wêranşarê û Serêkaniyê, destpêka kelekela germê ye. Erdê beriyê, şargên bi gûman xalî maye ji pale û şivanan. Heta xezalên pişt-sor ûpêxîl-spî mîna kefa şîr jî, xwe avitine devdelingê çiyayê Qerejdax û Dêrika Çiyayê Mazî. Heçî bîrên avêne, ew nema dikarin devê moz û mozqirtikan jî şil bikin; yekûna wan miciqîne. Sê roj û sê şev di ser çûyina Dewrêş û her yazdeh hogiran re derbas dibe. Xwarin û vexwarinên wan û yê hespên wan tev dawî lê hatine. Hespên wan manin li ser zenga diranan; bi hisreta kirtîna hebikek ceh, dikewijin. Ji tîna, ji birçîna û ji kelekela havînê, hal û hinir di wan de namîne; bijangên wan zo bi zo bi heve dizeliqin. Qapaxên çavan, lê giran dibin mîna ferê destaran. Serê sê şev û sê rojane, xewa şevan bûye xîz û şujik, ketiye çavên wan. Êdî rewrewk li ber çavên wan hildibe û dadikeve; leylan, li ber çavan dibe pîrebokek porgijik, kinc-qerpalî (?)
Gava dengbêj Baqî Xwudo û vebêjer Şahîn Bekirê Soreglî vê rewşa han ji guhdarvanan re disêwirînin, hingê bêhemdê xwe guhdarvanên guhpêlkirî, destê xwe ji çavên xwe re dikin sîper û li asoya ku xala erd û ezman lê digihêjin hev dinerin: “Va hîro roja sisêyane em derketine ji binaniya konê paşê milane/m daketine erdî berî şargê bi gûmane/Erdî berî xalî zengilê bi dûmişqî, taliya biharê cezer û pala can e/Koçer di erdî berî da nemane, daketine gundane/Çiqa bîrê erdê berî hene, xalî mane/Hetanî bi xezalê sor be, xwe avêtine honkahiya pişt çiyane/Va hîro roja sisêyan e ku hevalan ez kirime ziyareta ta û bawiyane; ecizîn xwe bavêne min, ramûsin pozê cûzman bid’ne ser seryane/Li hêlekê girê didin doçika şara keserrewanî li fena ereban/.../Hîro roja sisêyane, xew di çavî me da bû kevir û şijikê çolane/Di qursaxê me re derbas nebî êmegê cotane/Kirtînî cê çi ye, nektî devê va heywanane/Erdî berî xalî, zengilê bi dûmişqî; pêpirka germa biharê xwe bera didê dev û newalê çolane/Ji dûr va ji me va dixwînê li tertîbê avê Ferat û behrane/Em çiqa va heywanana radikin serî çargaviyan, em balê xwe didinêkê, pêpirka erdî berî, tim li pêşiya me dibê xewane…”
Civîna yazdeh hogiran ji bo vegerê
Yazdeh hogir di navbera xwe de tevdîrekê digerîne. Sahdûnê bira erkdar dikin, da ku ew biçe ji Dewrêş tika bike ku êdî li mal vegerin.
Li ser daxwaza hogiran, Sahdûn dê biçe li ba Dewrêş. Ka em binerin bê vebêjerê me çawa gotinan di nava hingiv de dike û ji me re disêwirîne: “Birawo, em dikin ricakê ji te bikin û tu jî herî wê ji Dewrêş rica bikî/Va hîro sê ro û sê şevin em bi erdî berrî ketine û tu bi xwe jî zanî hêl ne di me da ma û ne di hespê me da ma/Hespê me bizmar di binî nigan de neman/Ew di bin me da zirav bûne, bûne têlê qeytanê/Dikojine debaxa dizgînê û lîwanê//Kêleka va heywanana me ji kutanê şabûran kirne goştê devê kêran û qîmane/Parsê wan gewr dikine li tertîba berfa kibêsê çiyane/Em ji te rica dikin tu here ji Dewrêş ra bibî, ma em kuda dierine?/Ma dawa sî du jezar malê milan bi me dowazdan ketiye?!...”
Sahdûn diçe ba Dewrêş
Sahdûn, rica her deh hogiran dibe ji birayê xwe Dewrêş re pêşkêş dike. Dewrêş ne dibêje him, ne jî dibêje gim. Tenê hêsirên siwa, nola gulolîkan ji çavan digindire û tên xwarê. Ew vê pêşniyarê rûmet-şikîner dibîne. Sahdûn, rewşa hogiran yek bi yek ji Dewrêş re rave dike; ûdê davêje li ser Dewrêş.
Dewrêş, bi bertek ji Sêhdûn re dibêje “vegere ba hogiran, ma min bedena Diyarbekirê li ber we lênekiriye?! Heçê dixwazin vegerin, herin. Lê ez venagerim.” Hooo xwîner! De werin em vê raberkirina berteka lehengê xwe yê neteweyî, Dewrêşê Evdiyê Milhim ku ev binemal ji pêşiyên xwe egîd bû, dayika xwe Eyşa Welê jî, bi culheta xwe jinxaseke şêre-şepal bû. Û Dewrêş jî, nola berxê berên yê çargurçik, ji pişta vî bav û vê dê bû.
Ho xwînerê ku dilê we jî ji xwe re mîqîm çargope lêdixê û bi van reşbelekan re hildigupe! Ez ê êdî xwe ji navbêna we û vebêjer bidim alî. Ka em binerin bê ew ê dîsa çawa me bi cizba gotinên xwe yên sêhrawî bixîne: “Min bi tenî berdin erdî berî, şargên bi guman/Tu here rûne li dîndarî bavî kal û dayika pîr, Evdiyê Milhim û Eyşa Welê, her du kokimê manî li ber dîwêran/Bigir ku Rebbê alemê ez peyda nekirim ji daw û êtega wan her duyan!/Ez hezar salî li dinyayê bimînim, ez dikim îlleh ro’kê serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan/Ez naxwazim wê miriniya taya salê, bi xelaya Nisêbînê, bi kula şevreşê, bi sanciya şivanan/ Naxwazim bi gulîşkê merzelê akinciyan serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan!/Miriniyake min hebe bira li erdî berî bê, bi lîlîniya zilxitan, bi qûrîniya hirobçiyan, bi cerqîniya darê begariyan, bi şîngîniya şûran, bi gurrîniya hiwêzî çavkildayî bê/Xwîna mine sor bira birijê li erdî berî, temiriya mine mor bigerê li mitê gewrik û belana erdê berrî, goştê mi herê-werê li qatê ezmanê heftan di destê teyr û tî çolan da; ew pir ji mi ra çêtir e ji mirina nav ciyan/Sehdûn birawo, serî xwe rake bin’êr!/Mi’ dobekê rakirî barê cerd û bêregê tirk û gêsan/Eger barê Çîl Îbramê Begdilî, kekê Eyşo, padşahê tirkan, bi bîra xeyê bê, ez e xwe li ser sêrî berdimêkê, bira çûna mi hebe vegera mi tinebê li mal û xwediyan, seba xatirê qîza paşayê milan!/Eger barê Kose Weys bi


