Cenazeyê Ateş ê HPGyî bi girseyî defin kirin

Cenazeyê endamê HPGê Mehmet Mazlum Ateş (Adil Amed) li Goristana Yenîkoyê a Amedê bi girseyî defin kirin.

•
1 deqe xwendin
Cenazeyê Ateş ê HPGyî  bi girseyî defin kirin

Endamê HPGê Mehmet Mazlum Ateş (Adil Amed) di 13yê Çileya 2017an de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê wî di heman salê de li Goristana Bêkesan a Wanê hatibû veşartin. Malbata Mazlum Ateş cenazeyê Mazlum  li Wanê girtin û ji bo definkirinê anîn Amedê. Dayîkên Aştiyê, MEBYA-DER, endamên saziyên sivîl, malbata wî û gelek kes tevlî merasîma definkirinê bûn. Beriya definkirinê nimêja ji bo cenazeye hate kirin û dua hatin xwendin. Cenazeyê Ateş bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘ Rêya şehîd rêya me ye’  anîn Goristana Yenîkoyê û li wir definkirin. Piştî definkirinê deqîqeyek rêz girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.

‘Em naxwazin ku dayîkên me êdî bigirîn’

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz piştî definkirinê axivî û diyar kir ku bi tekoşîna cangoriyan dengê gelê kurd gihîşte cîhanê û wiha got: “Wan tekoşîneke mezin da. Heke  gelê Kurd hebe bi saya tekoşîna wan heye. Her tim xewn û xeyalên wan ji bo mirovahiyê û gelê Kurd bû. Wek hûn dizanin îro roja aştiyê ya cîhanê bû. Şehîdên me û serokê me Birêz Ocalan her tim ji bo aştiyê tekoşîn dan. Xwestin ku li Rojhilata Navîn û welatê me aştî û aramî çêbibe. Du sal in pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye û em piştgiriyê didinê. Em naxwazin ku dayîkên me êdî bigirîn.”

Ji bo Ateş dê sibê li Mala Şînê ya Haci Kadrî Davûtoglu ya Dîclekentê ya Peyasê bîranîn were lidarxistin.