Cenazan ji gorên wan derdixin
Çavkaniyên ji kantona Efrînê diyar kirin ku TSK cenazeyên şervanên Efrînî dişînin goristanên din.

Çavkaniyên ji kantona Efrînê diyar kirin ku TSK cenazeyên şervanên Efrînî dişînin goristanên din. Çavkaniyan agahî dan Meclisa Malbatên Şehîdan û diyar kirin ku cenazeyên şehîdan ên li goristana li pişt Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê birine cihekî din. TSK’ê di 14`ê Tîrmehê de goristaneke şervanên Efrînî li navenda bajarê Efrînê vekiribû.


