Beden bû ax û ruh da jiyanê
Li ser ruyê vê cîhanê hin mirov dema ku têne kuştin, wekî bedena xwe di nava axê de winda dibin. Lê hin kes hene, her çendî bedena wan bê kuştin jî, bedena wan dibe ax û jiyanê dide koka dara wan. Dibin dara jiyanê û her bilind dibin. Bedena wan dibe kok û rehên dara wan. Jînê dide dara jiyana wan. Yek ji wan jî rojnameger, akademîsyen û nivîskar Nagihan Akarsel (Zîlan) e.

Yek ji kesên ku beden bu ax û ruh da jiyan, nasname û felsefeya wê, lêkolîner, nivîskar û rojnamger Nagîhan Akarsel bû. Nagihan Akarsel gerokeke azadiyê ya li welateke dagirkerî gav bi gav geriya bû. Li her cihê ku bêhna xwe da, darek çand. Koka dara wê gihişt azadiya civakê û şaxên wê weke porên jineke azad û kedkar, her gava ku dijmin xwest dagir bike bû daristanek û şaxên wê ketin çavên dagirkeran. Ev geroka azadiya jinê, Nagîhan Akarsel bû.
Rojnameger, nivîskar û akademîsyen Nagîhan Akarsel (Zîlan), bi têkoşîn, lêkolîn û hevrêtiya xwe bû pêşenga jina azad û kedkara mafên jinan. Dema ku edîtora Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû, ji ber zext û tundiya dewletê, ji bakurê Kurdistanê berê xwe da başûrê Kurdistanê. Li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê têkoşîna xwe ya li ser rêya heqîqetê berdewam kir. Li Silêmaniyê hem rojnamegerî kir û hem jî dest bi xebatên Jineolojiyê kir. Di demek kurt de hemû jinên ku azadiyê dixwazin li dora xwe kom kir. Bi hezaran jin li dora akademiya jineolojî bi rêxistin kir. Bi seran jin di atolyeyên akademiya jineolojiyê de perwerde kirin. Lê endamên MÎTê ketin şopa wê û di 4ê Cotmeha 2022yan de, li taxa Bextiyarî ya parêzgeha Silêmaniyê li nêzîkî mala wê, ew qetil kirin.
Her çend endamên MÎTê bi awayekî fizîkî rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel (Zîlan) qetil kirin û armanc kirin ku wê ji holê rakin jî, lê xebat û têkoşîna li şer şopa wê pêş ket, nîşanî MÎTê û rayedarên dewleta tirk da ku plana MÎTê têk çûye. Xebat û têkoşîna ku ji bo Nagihan Akarsel hatiye kirin û hîn didome, nîşan dide ku têkoşîn û felsefeya ku Nagîhan Akarsel li pey xwe hiştiye her ku diçe mezin dibe û belav dibe. Çawa ku wê navê Zîlan (Zeynep Kinaci) hilgirt û ala Zeynebê bilind kir, îro xuya dike ku bi sedan jinên di atolyeya Akademiya Jineolojiyê li ber destê Nagihan perwerde bûne, ala wê bilind dikin û têkoşîna wê mezin dikin.
Ji bo bîranîn û bilindkirina ala têkoşîna Nagîhan Akarsel di nava 2-3 salên dawî de gelek xebatên giranbuha hatin pêşxistin. Em dikarin çend xebatên ji bo zindîkirina nav û têkoşîna Nagîhan Akarsel (Zîlan) wiha rêz bikin;
*Şagirtên Nagîhan Akadselê, ên xwedî pênûs, 2 sal piştî qetilkirina wê, mîrata wê hilgirtin û kevirê bingeha yekemîn pirtûkxaneya jina Kurd li bajarê Silêmaniyê danîn. Li ser navê Nagihan Akarsel pirtûkxane vekirin.
*Rêxistinên jinan ên weke Rete Jin û jinên Rete Kurdistan, Ni Una Di Meno, ADM Jin û Jinên Ciwan, bi pêşengiya Jineolojiyê ya Îtalyayê 2yemîn Festivala Dengê Arkaîk li dar xistin.
*Bi pêşengiya Komûna Jinan a Jina Emînî ya Sheffieldde'ê, ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel atolyeyek hate lidarxistin.
*Li Parîsê ji aliyê Akademiya Jineolojî û TJK-F’ê ve ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel (Zîlan) û hemû jinên têkoşer ên hatine qetilkirin, komxebatek hate lidarxistin.
*Li taxên Şêx Maqsûd û Eşrefîyê navenda lêkolînan a Jineolojî bi armanca pêşxistina ciwanan mala xwendinê a Şehîd Nagîhan Akrsel vekirin.
Endama Navenda Lêkolînan a Jîneolojiyê û Rojnamevan Nagihan Akarsel di 4emîn salvegera şehadeta xwe de li dehan navendan hat bibîranîn. Bi hezaran jinan soz da wê ku têkoşîna wê bêtir bilind û memiz bikin.
Nagîhan Akarsel kî ye?
Nagîhan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jinek lêkolîner, arşîvan û rojnamevan bû. Di sala 1976an de li gundê Xêlîkan a ser bi bajaroka Gulyazî ya girêdayî bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayî jiyana xwe bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand.
Nagîhan Akarsel temenê xwe yê zarokatiyê di deştên fireh ên li gundê xwe derbas kiribû, ji bona wê hertim behsa bîranîn û serpêhatiyên xwe dikir. Di axaftina wê de hest bi azadî û ciwantiya xwezayê dihat kirin. Di zarokatiya xwe de xwestekek wê ya zêde li ser çîrokên jinan hebû. Her çiqas jiyana wê di nava civakek baviksalarî de bû, lê ew li gel bavê xwe mîna hevrêyek bû.
Ji ber çand û baweriya ku li gundê wan hebû, pîroz dîtina rojê, agir û genim ya ku di baweriya Elewî û Êzidiyan de heye, bibû sedem ku gelek ji devera Dêrsim û Şengalê hezbike.
Akarsel xwendina xwe li cihê ji dayîk bûyî temam dike, yekem derketina wê ya ji gund, çûna zanîngehê bû. Bavê wê ew teşwîqê xwendina zanîngehê kir, li Zanîngeha Gazî ya Enqerê di beşa ragihandinê de dixwîne.
Sîstema jiyana bajar û dîmenê sermayedariyê hestên bêzarî û tenêtiyê li cem Nagîhan çêdike. Ji bona wê hewil dide cihek aram û hestkirina hevrejiyanê bibîne. Wê jiyana ku dixwest bibîne, li nava Yekitiya Ciwanên Kurdistanê de dibîne.
Ji ber ku wê li Kurdistanê jiyan nekiribû, li cem bibû xemek mezin. Di nava rêbaz û fikra Rêber Abdullah Ocalan de ew heskirin û evîna nîştiman dibîne û zû dikeve bin bandora wêde.
6 salan ket girtîgehê
Nagîhan Akarsel ji ber fikir û çalakiyên xwe yên li zanîngehê ji sala 2001 heta 2007an di girtîgehê de ma. Piştî ji girtîgehê derket, di navbera salên 2008-2014’an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA) de wek nûçegihan û edîtor kar kir. Bi armanca ku xwe hîn zêdetir di mijara jinê û giringiya azadiya jinê de kûr bike, li Zanîngeha Hacetepe de tevlî qursên têkildarî jinê bû.
Bû sazumankara JINHAyê
Di damezrandina yekem Ajansa Jinan (JINHA) de cihgirt. Ji bo pêşxistina ragihandina jinê gelek hewildan û têkoşîn dike. Gelek salan di çapemeniya Kurdî de wek nûçegihan û edîtor xebitiye.
Piştî JINHA ava kir, Kovara Jineolojî derxist û Akademiya Jineolojiyê ava kir. Zanista Jineolojî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di astek bilind de di warê akademî sazîbûnê de giringiyek zêde dayê. Di dema avakirina akademiya Jineolojiyê de tevlî perwerdeya akademiyê bû. Di dema damezrandina kovara Jineolojî de jî gelek hewildan kir. Endama desteya edîtoriyê ya kovara Jineolojiyê bû. Hertim bi mijarên ku digirt dest govarê hîn dewlemendtir dikir. Ji bo ev kovar bibe platformek ji bo azadiya jinan, bê rawestan li deriyê her kesê dida. Li Bakur, Başûr û Rojava xebatên perwerdeya jinê kir. Bi hezaran kes perwerde kiriye û nivîsên wê di gelek kovar û rojnameyan de dihatin belavkirin. Li kuderê bûya ciwanan ji bo perwerdekirinê li dora xwe kom dikir.
Di sala 2018an de lêkolînên civakî yên li ser Efrîn û Şengalê dikir. Ji bilî wê jî evîndarê çanda Hewreman û berxwedaniya Rojhilatê Kurdistanê bû. Hewil dida di wan aliyan de lêkolînan bike.
Ji sala 2019an ta roja şehîdbûnê, li Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistina zanista Jineolojiyê bê rawestan xebat kir. Tevî ku wê zaravayê Soranî baş nedizanî, lê ti demê ev yek li pêş wê nebû astengiyek û bi dehan panel, semîner û dewreyên perwerdeyê lidarxistiye. Ji bo ciwan şarezayê zanista Jineolojî û xwezaya Kurdistanê bibin, wê geştên Jineolojiyê lidardixist.


