Balafiran gundên Bradostê bombe kir

Balafirên şer ên ji Tirkiyeyê rabûn, gundên Sinûnê û Bêrkîman ên Herêma Biradostê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê li qadê zerarek mezin çêbû.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Balafiran gundên Bradostê bombe kir

Balafirên şer ên ji Tirkiyeyê rabûn, gundên Sinûnê û Bêrkîman ên Herêma Biradostê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê li qadê zerarek mezin çêbû. Li gorî çavkaniyên herêmê ku agahî dan Ajansa RojNewsê balafirên şer ên ji Tirkiyeyê rabûn, gundên Sinunê û Bêrkîman ên Herêma Bradostê bombebaran kirin. Tevgera balafiran a li herêmê didome. Ji ber bombebaranê ziyan gihişt bax, baxçe û warên welatiyan.