Zimano leqoleq, seriyo teqoreq

Silav li we gelî xweh û biraderan! Xwe zêde xemgîn û memgîn nekin, xem xemê dikişîne û hem jî xewê direvîne, loma jî nebin kurê xeman, bibin gurên xeman. Her wekî lawê mele gotî, “Her tişt dê pir xweş bibe”, heta dibe ku ji başiyê fehş bibe, belkî hinek ji me şaş jî bibin. Belkî ker û kuriyên li ber kaş berepaş bibin…

•
1 deqe xwendin
Zimano leqoleq, seriyo teqoreq

Pirî caran dema ku mirov dêhn û bala xwe dide gotinên pêşiyan, mirov dibêje qey vizikan ji me re tiştek nehiştiye. Henek li aliyekî bav û kalên me, dê û dapîrên me, pismîr û dotmîrên me derbarê her tiştî gotinek li pey xwe hiştine.  Canik û camêran gotiye, Mîrê Kela Semsûrê jî dotiye, çûye ser Pira Genderê û tora xwe avêtiye nav Ava Aşan û hemû berhev kirine. Pênc tûrikên ne ewende hûrik dagirtine. Hinek bêbext dibêjin wî dînamît jî bi kar aniye, lê her wekî pêşiyan gotiye, “A te nedît, nebêje”, min bi xwe jî tiştekî wisa nedîtiye, naşêm bêbextiyê lê bikim biragiyan! 

Her wekî ji pêşeka nivîsê jî diyar e, em ê di vê benda xwe de qala hinek pend û şîretên di gotinên pêşiyan de bikin. Bala xwe bidin vê gotina qelew: “A bi qelemê hate nivîsandin, bi bivir nayê şikandin.”  Ku tiştek carekê hate nivîsandin, êdî betal nabe. Lê, tiştê ku Xwedayê dilovîn û dilovan nivîsandiye, bi nivîştên şêx û meleyan betal nabe. Lewma jî ya dilan nayê milan, dil kafir e, gelek tiştan dixwaze, lê pirî caran hêz û şiyana mirov têra pêkanînê nake. Em şêx û mele bi tenê dikarin bîr û boçûnên xwe bibêjin, carinan kela dilê xwe hênik bikin. Heke wisa nebûya, kesî nedigot, “A meleyan bangdan e”. Helbet keleşêran berî meleyan bang daye, lê em çi bikin, wan nekariye bi zimanê Qur’anê bang bidin, loma jî kesî guh nedaye bang wan. De îcar guh bidêrin van pend û şîretan û malê li xwe wêran nekin.

‘’Zû bajo, hûr bajo, dûr bajo, ga meêşîne.’’ Tişta ku di vê demê de ji me tê xwestin jî ev e. Guh nedin wan kesên dibêjin, “zor gizêran hiltîne” heke wisa bûye dê kêrgoşk ji nêza bimirana. Hûn dizanin hêza wan ewende ne zêde ye gelî canik û camêran. 

Gelî heval û hogiran, zivistan sar e, qerpal yar e, di rojên dijwar de ji mala xwe dernekevin. Çîrokbêjên me dema ku qala şerekî dikin, dibêjin, “Ew ê sax filitî ew bû, yê ji mala xwe derneket û nehat.”  Li benda keysa xwe bin, heta ku ji we re li hev hat, dengê xwe nekin. Hûn dizanin, zimanê dirêj bela serê mirov e, loma jî gotine, “Zimano leqoleq, seriyo teqoreq, zimano birî seriyo seqirî”. Jixwe ku çi bi mirov dike, ziman bi mirov dike, ziman hem dost e hem dijmin e. Ziman ji şûr tûjtir, ji hinguv şîrîntir e. Loma jî ziman bûye kilîta dilan, hem vedike, hem jî digire. Ziman bê hestî ye. Piştî van pend û şîretan îcar jî bi helbestekê xatir ji we dixwazim:

Umrê leglegê çû bi leqleqê

Şêx ji xew rabû hate ber teqê

Anî bîra xwe çîroka beqê:

Ku beq nequre dê bidire

Ku bidire dê mêş bi kêfa dilê xwe bifire

Pîrê nemir bihar tê, kerê nemir qîvar tê.

Her giha ne pincar e, her demsal ne bihar e

Berxê karê ku tu dikî ne ti kar e,

Pêşî şîrîn e, paşiya xwe kok zerar e

Piştî van hizir û ramanan

Rahişt îsot û balîcanan

Berê xwe da firinê

Wekî rêya çûna ber bi mirinê.