Serdema Prensiyên Kurdan - Kûmmûhû, Kaşkû û Mûşkû
Kûmmûh qraltiyek kurdan a qedîm bûye. Kengî hatiye avakirin nayê zanîn. Lê yekem car berî zayînê di 886'an de navê wan derbasî qeydan bûye. Paytextê wan Samûsat ango cihek li Semsûra niha ye.
Kûmmûh qraltiyek kurdan a qedîm bûye. Kengî hatiye avakirin nayê zanîn. Lê yekem car berî zayînê di 886'an de navê wan derbasî qeydan bûye. Paytextê wan Samûsat ango cihek li Semsûra niha ye. Di hind qeydan de mîna Qraltiya Samûsatê jî derbas dibe. Samûsat niha di bin bendava Atatûrk de maye. Li gorî lêkolînên herî dawî, hatiye tespîtkirin ku sînorê Kûmmûhûyan ji Semsûrê heta Bîrecîkê berfireh bûye. Li Bakurê wan kraltiya Melîd, li Başûrê wan kraltiya Karkamiş û li Rojavayê wan jî kraltiya Gurgumê hebûye. Di roja me ya îro de, li muzeya Arkeolojîk a li Mereşê sînorê di navbera Gurgum û Kûmmûhû de hatiye xêzkirin. Di banê Hûrrî-Mîtaniyan de cih girtine. Piştre tev li Konfederasyona Naîrî-Ûrartûyan bûne. Gelek car rastî êrîşên Asûran hatine. Demek di bin desthilatdariya Asûr û Hîtîtan de mane. Kraliyeta Kummuhu jî di nav îttifaka uratuyan de cih girtine. Li hemberî asûran serî hildidin lê Sargonê duyemîn serhilanê ditepisîne û paytextê radestî kralê bi navê Mutalla dike. Kral Mutalla jî


