Şaredariya Rêya Armûşê ‘Bostana Bajêr a Jinan a Gundogduyê’ vekir

Şaredariya Rêya Armûşê li Taxa Gundogduyê ‘Bostana Bajêr a Jinan a Gundogduyê’ bi merasîmeke girseyî vekir.

•
1 deqe xwendin
Şaredariya Rêya Armûşê ‘Bostana Bajêr a Jinan a Gundogduyê’ vekir

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li Taxa Gundogduyê ‘Bostana Bajêr a Jinan a Gundogduyê’ bi merasîmeke girseyî vekir. Bostan, bi armanca piştgirîkirina tevlibûna jinan a hilberînê û xurtkirina jiyana ekolojîk hat avakirin û bostana herî mezin a şaredariyê ye.

Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Ûzûnay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, endamên meclisê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, şêniyên taxê û gelek jin tevli bûn.

Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Ûzûnay di vekirina bostanê de axivî û diyar kir ku ew ê xebatên jinan mezin bikin û wiha got: “Ji roja ku em hatine ser wezîfeyê û vir ve, ligel jinan yek ji xebatên me yên herî girîng vekirina bostanên bajêr ên jinan bû. Em qadên jinan mezin dikin û em ê xebatên bi vî rengî berdewam bikin.”

‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê têkoşîna jinan mezin bikin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînî cihê wê hatiye kirin jî da zanîn ku ji berê ve ked û nasnameya jinan tune dihat hesibandin û ev tişt anî ziman: “Yek ji armancên me yên herî mezin her tim nîşandana reng, nasname û hebûna jinan bû. Em ê keda jinan a nexuya li her derê bidin nîşandan. Jinan her dem têkoşîn meşandin û herî zêde yên ku têkoşîn dan jin bûn. Ji berê heta niha li dijî tunehesibandinê em têkoşiyan û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê têkoşîna jinan mezin bikin.”

Piştî axaftinan dayikên aştiyê qûrdeleya bostanê birîn û jin bi stranan derbasî nav bostanê bûn.

Bername bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.